Serhildana Seyîdan û Berazan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Serhildana Seyidan û Berazan[1] an jî Serhildana mala Bişar û mala Ûso (bi tirkî, Tutaklı Alican İsyanı an jî Şapka isyanı) yek ji serhildanên kurdan ên herêmî ye. Ev Serhildan a ku ji bo destekkirina serhilderên Agiriyê çêbûye[2], di 7e tîrmeha 1930 de dest pê dike û heta 7e çiriya pêşîn dikşîne[3].

Serê bûhara 1930 de Ferzendê Emer diçe Geliyê Berazan, herêmeke li XinûsQereyaziya Ezirmê (Erzîrom) û Dûtaxa Agiriyê, ba Elîcanê Bişar axayê eşîra Berazan û jê dixwaze ku bila ji bo welatê xwe bixebete. Piştî du mehan Elîcan bi sî suwarên xwe ve serî hildide[4]. Li nahiya Parsînê Qereyaziye de li Qirxûnderê erişê mifreza romî dike. Di vî şerê de çar hesp, du tifing dest dixe û çar eskeran jî hêsîr digre. Piştî çend ardebê di navbera peşmergên Elîcan û mifreza romî de, Elîcan derbasê Kela Kopê cem Seyîdxanê Kerr, yek ji giregirên êla Hesenan ji koma Seyidan (Seydo) dibe. Gava kû Seyîdxan û biraye wî tevlibûnê serhildanê dibin hêjmara peşmergên kurd digîje 400 merî. Elîcan û Seyîdxan bi lehengî di navbera Bedlîs û Ezirmê de li hember romê û yek caran jî hember eşîrên kurdên elewî (Çarekan), ên ku li aliye dewleta romî kirine, qasê du mehan şer dikin. Dema ku di şerekî de Elîcanê Bişar û bi wî re gelek şervanên kurd tên kuştin, dawî li serhildanê tê. Di vî demê de eskerên romê êriş dibin li ser gundên koma Seyidan li Kela Kopê[5], Seyîdxan mecbûr dimîne ku mafûye Sûrî bike. Li ser rêya Sûrî li herêma Mêrdînê leşkerê romê jê re kemînên datînin. Seyîdxan di vê kemînê de şehîd dikeve.

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Aras, Ahmet: Serhildana Seyîdan û Berazan, Peri Yayinlari 2009.
  2. ^ Polat, Caglayan: 1926 – 1930 Agri isyanlari, Kocatepe Universtität Afyon 2007. rp. 84, ji orîjînalê di 4 kanûna paşîn 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 20 sibat 2012
  3. ^ Kurdica: Serhildana Elîcan: http://kurdica.com/News-sid-Der-Aufstand-der-Beraz%C3%AE-und-Sey%C3%AEdan-942.html
  4. ^ C. Bedirxan: Biserhatiyên Çen Mirovên Seyîdxanê Kerr – 2: http://ararat-welat.blogspot.com/2011/01/biserhatiyen-cend-miroven-seyjdxane_09.html
  5. ^ Kilamek Dengbêj Reso li ser şerê Elîcan û Seyîdxan: http://www.youtube.com/watch?v=dC5_nQOpzlQ&feature=related