Sersal (folklor)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Sersal çalakiyek ji çalakiyên gelêrî ên herêma Efrînê ye, berê bi teşeyekî çalak û firehtir dihat çêkirin, nemaze, wexta jiyana mirovan tekûz bi çandin û berhemên xwezayê ve girêdayîbû.

Sersal bi resenê xwe diyardeyeke olî ye, ango ji baweriya ku xwedê desthilatdarê her tiştî ye tê, û bêyî razîbûn û pesenda wî, ne pêkan e tu tişt li ser rûyê zemîn çêbibe. Heyama peydabûna vê têgînê vedigere destpêka jiyana mirovê baqil, wê çaxê mirov hêma û sembolên xwezayê wek hêzên nediyar dihesibandin, û roj ji rojê têgîna ku ew hêz mirovne jîndar in, û ji ber ku hêzeke wan a taybet heye, mirovên asan nikarin tu caran wek wan bibin peyda bû, hingê raman û têgihêştina mirovê asan navê xwedewandan li wan kir, û her hêzeke xwezayê bi xwedewandekî hat bercestekirin, her wiha xwedawendê şer, mirinê, baranê …hwd derketin, û ji ber ku bandora wan hêzên xwezayê bi şêweyekî rasterê li mirovên asan dibû, mirovên han girift û arîşeyên neyênî ên ku bi serê wan dihatin, dispartin van xwedawendan, û ji bo xwe ji xeyd û nifirên wan biparêzên, ew hertim li pesend û razîbûna xwedawendan digeriyan, di encamê de ew têgihêştin, rêya pêşkêşkirina qurbanan, qurban jî wê çaxê hem mirov û hem jî lawir bûn, belê ji bo qurban li wargehekî taybet bên pêşkêşkirin, perestgeh jî hatin afirandin, ji hingê ve, jiyana mirov û terzên cihêreng ên vê jiyanê bi van xwedawendan ve hatin girêdan û hêj berdewam in. Bi borîna salan, herçend hiş û ramanên mirovantiyê bi pêş ketin û werar bûn jî, lê ta roja îro bandora têgîn û ramanên ku mirov cara yekemîn wergirtinbûn berdewam e, ev dîmen di civaka me kurdan de pirtir diyar e, nemaze, Kurd xwedî baweriyeke olî ne, ku ji hezar salan ve bêbirîn berdewam e, belê ew jî ola Ezdayetî ye, û digel ku piraniya Kurdan îro misliman in, lê di jiyana wan ya rojane de, dirûv û terzên ola kevin bi xurtî cihê xwe girtine û hêj digrin. Ta roja îro oldarên tev perest ên ku ola mislimantiyê dişopînin, pir caran bi serî şêx û îmamên Êzidiyan sûnd dixwin, Dayîka min jineke misliman e, lê ta roja îro dibêje, KEREMETEK DI CIDÊ SÊX SILÊM DE HEYE, BI SERÊ EZÎZ Û WEZÎZ, TU JI DESTÊ GOLA ŞÎN BIBÎNÎ, (digel ku ne ew û ne jî ez em dizanin, gola şîn çî ye û ev sûnd ji ku hatiye).

Sersal jî yek ji wan fêr û dabên ku ji dema kevn de maye ye. Berê pir caran baranê xwe radigirt û nema bi salan dibariya, belê wê çaxê jiyana Kurdên Efrînê sedîsed bi çandin û berhemên xwezayê ve girêdayî bû, çi ji bo wan çi ji bo lawirên wan, û ji ber ku hemû xelkê Herêmê têkildarî vê giriftê bûn, ew bi şêweyekî hevbeş li pesend û dilovaniya xwedê digeriyan, wek çawa mirov berî hezarsalan li eynî tiştî digeriya. Libergerîna xewdê ji alî xelkê ve niha di sersalê de tê berceste kirin, armanca sereke ya xelkê ew bû ku xwedê ji wan razî bibe û barana ragirtî bi ser gemin, giya û zoznên wan de jinûve bibarîne. Teqez, wan jî dizanî ku beyî tikan, lavan û qurbanê ew tişt ne pêkan e, di encamê de meşa sersalê derket holê.

Bi rahatî, meş û boneya sersalê di danê şevê de çêdibe, hingê ciwanmêrêm her gundekî li hev dicivin û dest bi meşa sersalê dikin, serekê koma ciwanmêran li defikekê dixe, saz û lîrîkên olî distirê û hemû kesê vê re dimeşin jî li pey wî lîrîkan dubare dikin, hemû sazên wan jî, tika, lava, pesnên xwedê û gazî ji mala ku li deriyê wê dixin in.

Çole çole ez ê herim
Çole çole em ê têne
Senek bilxur em ê têne
Xatûn bacê em ê têne
Senek bilxur em ê têne

Her wiha, karwana ciwanmêran mal bi malên gund digerin, û hertim bang û tikayên wan ligel defikê berz û bilin din, Xelkê gund jî, ên ku karwan diçe mala wan her kes li gor reşwa xwe ya aborî beşdarî bizavên meşê dibin, û her kes li gor taqeta xwe, savar, nîsk, nok û diravan didin karwanê, pêre, piştî ku çi ji destan tê der, xwedanê malê dê kodikek av bi ser karwanê de bireşîne, ev jî tê wateya arîşanî û razberî ku barana ragirtî wisa bi ser wan de bibare, gera karwana sersalê bi mal û sînora gund ve ne girêdayî ye, ew diçe gundên hawîdora gundê wan, û li beranberî wan jî karwanên gundên din tên gundê wan, her wiha, sersal dibe tiştekî gelemper û giştî û li hemû gundên herêmê belav dibe. Karwan di heyama hefteyekê de digere û hertim jî meş û gera xwe bi şev e, di dawiya hefteyê de, ciwanmêrêm karwanê dê bicivin û tiştê xelkê ji wan re pêşkêşkiribû, veqetînin, tiştê tê firotan dê li aliyekî bê danîn, û dirav dê li aliyekî bên danîn, pêre çend ciwanmêr dê biçin bazarê û tiştê tê firotin bikin dirav û têxin ser diravên ji sersalê komkirine, bi hemû diravan, ew ê berxekî yan jî beranekî bikirin, û bibin li ber perestgehekî bikin qurban, ango eynî serpêhatiya berî hezarsalan dubare bikin. Di boneya pêşkêşkirina qurbanê de hemû endamên beşdarî sersalê bûbûn û çend mirovên ji gund bi wan re çûne ber perestgehê, wexta ku serê berên tê jêkirin, destên xwe berve ezmên dikin û yekdeng tikan û lavan ji xwedê dikin ku baran bibare û jiyana wan jinûve şîn bike, pêre ew xwarina xwe dixwin, û goştê mayî jî li feqîr û hejaran belav dikin.

Bi rastî, pir caran xwedê an jî xweza lava û tikan dibihîse, û xelkê ewqas cefa dîtiye dilşkestî nahêle, ango piştî çend rojan baran dibare û hemû jiyana wan jinûve şîn û şad dike. Lê wek her tiştekî ku kurd vê re têkildar in, Kurdên Efrînê qerf û henek jî der barî sersalê gontine. Dibêjin salekê encama gera sersalê pir berdar bû, ta wexta endamên sersalê çûne bazarê biryar dan ku beranê tev mezin bikirin, û piştî çend rojan ji pêşkêşkirina wê qurbanê, baran barî û nema sekinî, baranê wê çaxê jiyana wan şîn nekir; lê jiyana wan reş û tarî bû, çimkî mal û çandina wan tev li ber lehî û lêmiştan çû, hingê ew ji nûve çûn bazarê, û beranekî din kirin qurban, lê wê carê bo ji xwedê tikan bikin baran raweste.