Sersor
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Sersor, gasor an jî sersorê serhijikan (bi latînî:Lanius senator), çûkekî ser serê wî sor, pişta wî reş, zikê wî û nav milên wî spî ye. Ser serê mêyan û ciwanan qehweyî ye.
Koçber e, di buharê de dihê û di meha îlonê de dîsa vedigere. Bi pirranî havînan li ciyê darînî dihê dîtin.
Bi kêzên mezin, çûkên biçûk, kulî û marmarok û gumgumokên biçûk xwedî dibe.