Serxwebûn (rojname)
Serxwebûn rojnameyek mehane ye. Ev rojname weşana îdeolojîk a PKKê ye. Cara yekem di Çileya 1982an li bajarê Almanya Kölnê derket. Hetanî îro jî bi mehane weşanên xwe berdewam dike. Serxwebûn bi dirûşmê "Ji Serxwebûn û Azadiyê bi rûmettir tiştek nîne" derdikeve. Di navbera salên 1980 û 2000an bi navê "Serxwebûn" weşanxaneyek jî hebû. Weşanxaneya Serxwebûnê li ser şehîdên Kurdistanê bi dehan kitêb çapkir. Dîsa kitêbên tevgera PKKê û serokê PKKê Abdullah Öcalan jî di nav weşanên Serxwebûnê derketin.
Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Çavkanî: 1- Firaz Baran: Yeni Özgür Politika, 6ê Îlona 2019, rûpela 13.