Sexton Blake

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Sexton Blake li Bakûyê, ji kovara Union Jack (1908)

Sexton Blake detektîvekî aşopiyê brîtanî ye ku di sala 1893an de dihat afirandin. Ew serlehengê ji 5000 pirtir çîrokên ku ji aliyê bi qasî 200 nivîskar hatibû nivîsandin û ku wek romanên lênûsk, xêzeroman, fîlm, piyes, rêzefîlm, bernameya radyoyê û pirtûk weşandî bû. Sexton Blake bipirranî li Keyaniya Yekbûyî di Sedsala 20'an de gelek popûler bû û paşê ew hêdîka hinek diket jibîrkirinê.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sexton Blake di sala 1893an de ji aliyê rojnamevanê Harry Blyth li ser bernavka Hal Meredeth ve ji bo weşanxaneya Amalgamated Press hatibû afirandinê. Pêşwîsteya yekem ya detektîvê şexsî di kovara The Halfpenny Marvel #6 bû ku di 20' ê berfanbarê de weşandî bû.

Çîrokên Sexton Blake bi weşana wan a li kovara The Union Jack ji 1894 û di sala 1933-an de li domdara wan Detective Weekly heta 1940an de navdar bû. Wekî din, ji 1915 ta 1968 weşanxane her meh gelek roman li ser Sexton Blake di rêzeya Library Sexton- Blake çap kir. Çîrokên bi Sexton Blake re di gelek weşanên din de derketine û hatine wergerandin bi zimanên cuda.

Çîrokên Blake di heman demê de wekî xêzeroman jî hatin bicihkirin - mînakî ji sala 1939-an di kovara Knockout de - û wekî şanoname li ser şanogehê hat pêşandan.

Hem di serdema fîlmê bêdeng de û hem jî piştî, Sexton Blake di çend fîlmên sînemayê de hate pêşandan, digel ku detektîf ji aliyên Langhorn Burton, George Curzon û David Farrar ve jî di nav de, hatibû lîstin.

Di sala 1968an de ITV rêzefîlmek anî çêkirin ku bi Laurence Payne Rola serekî lîst . Deh sal şûnda bi BBC re bi Barry şeş-parçe ji aliyên Barry Letts û Jeremy Clyde re hat berdewam kirin. Piştra, tiştek din bi Sexton Blake re nehat weşandin.

Karakter[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Her çend pêkhatina karakterê Blake û taybetmendiyên cihêreng ên wê ji modela Sherlock Holmes re tên hesibandin, çîrokên li ser Blake ji wan ên Holmes pirtir çalakî û tundî bûn. Blake ramanderekî bivac bû, lê wî pirtir ji lehengekekî çalakiyê bû û neçar ma ku bi cûrbecûr dozên hanê bipejire.

Blake re gelek dijberên ecib und bêd hebûn . Ji sala 1904 ve, ew ji hêla Tinker ve hate alîkar kirin.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]