Seyîd Riza
| Seyîd Riza | |
|---|---|
Seyîd Riza, ligel zava û lawê xwe (1937)
|
|
| Bernavk | Lacê Baboyî |
| Roja jidayikbûnê | 1862 Gundê Lirtîkê (Dêrsim) |
| Roja mirinê | 18'ê sermawezê 1937 (75 salî) Xarpêt (li meydana Buğday hatiye dardakirin) |
| Dîn | Elewîtî |
| Eşîr | Şêx Hesenan |
| Malbat | Bav: Seyîd Îbrahîm (bernavk: Babo) |
| Hevjîn | Anî Xatûn |
| Zarok | Şêx Hesen (lawkê herî gir; m. 17.08.1937) Bira Îbrahîm (Bira) Resik Huseyîn (lawkê herî qiçik; m. 15.11.1937) |
| biguherîne |
|
Seyîd Riza, Sey Riza (z. 1862 li gundê Lirtîka Pilûrê, herêma Dêrsim − m. 15'ê sermawezê[1] 1937 li Xarpêtê) yek ji pêşengên serhildana Dêrsimê bû.
Naverok |
Jînenîgarî[biguherîne]
Seyîd Riza sala 1862'an, li Dêrsimê hate jiyanê. Seyîd Riza lawê Seyîd Îbrahîm e. Ji zanyarekî bi navê Mehmet Elî Efendî ders dît û mezin bû. Mehmet Elî, ji aliyekî ve agahiyên olî, ji aliyê din ve jî di warê neteweyîtiyê de perwerde dida Seyîd Riza. Piştî mirina bavê xwe, wî Seyîdî dewir girt û di bajarê Axdadê de bi cih bû.
Terteleya Dêrsimê[biguherîne]
-
Gotara bingehîn: Serhildana Dêrsimê
Di rojên serhildana Qoçgiriyê de komeke çekdar, çûn Dêrsîmê û têlgrafeke ku pişgtgiriyê dide serhildêran, kişandin. Seyîd Riza, piştî serhildana Şêx Seîd alîkarî da muhaciran. Berî serhildana Dêrsimê Seyîd Riza, li hemberî îhtîmala operasyonê bi sereke eşîran re hevdîtinê çêdike ku di nava xwe de yekîtiyê çêkin. Di demeke ku li Dêrsîmê serhildanê berdewam dikir, di 5'ê rezberê 1937'an de rayedarên hikûmetê ji bo hevdîtinan li Erzînganê bangî Seyîd Riza dikin. Seyîd Riza, di riya Ezirganê de tê girtin û wî dibin Elezîzê û bi îdamê tê mehkûmkirin.
Serokê serhildana Dersimê, Seyîd Riza, di 15'ê mijdarê sala 1937'an de, bi tevî şeş hevalên xwe ve, ji aliyê rejîma Tirkiyê ve hatin dardakirin.
Çar têkoşerên din jî berê bi cezayê îdamê ceza dikin, paşê cezayê wan werdigerînin girtîbûnê. Hin ji wan ji ser 90 salî re bûn, tirkan nexwestin navê xwe xirab bikin. Lê herçendî gorî zagonan diviyabû Seyîd Riza jî darve nekiran, salên wî bi qanûnî mezin dikin û îdam dikin.
Siyasetmedar û têkoşerên darvekirî[biguherîne]
- Seyîd Riza
- Resik Huseyînê lawê Seyîd Riza
- Seyd Husên, Seyd Wuşên, Seyd Husênê Şêxî
- Findiq Axayê Ûsivî, Findiqê lawê Qemer
- Hesen Axayê Demenî, Hesenê Cibo, Hesenê lawê Cebraîl
- Hesenê Qurêşî, Hesenê lawê Ûlkiye
- Elî Axayê Mîrza, Eliyê lawê Mîrza Elî
Kesên ji îdamê filitî[biguherîne]
- Cebraîl Axayê Demenî, Civê Kejî, Ciboyê Demenî
- Qemer Axayê Ûsivî
- Qemer Axayê Heyderî, Qemoyê Heyderî (96 salî ye 31 sal ceza didinê, di zîndanê de jiyana xwe jidest dide)
Çavkanî[biguherîne]
- ↑ M. Kalman (1995) Belge ve taniklariyla Dersim Direnişleri. Nûjen, Stenbol; Cumhuriyet, 16.11.1937: "Seyid Riza ile 6 avenesi dün idam edildiler."