Seyîd Riza

Ji Wîkîpediya
(ji Seyid Riza hate beralîkirin)
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Seyîd Riza
Seyid Riza with his sons.jpg
Seyîd Riza, ligel zava û lawê xwe (1937)

Bernavk Lacê Baboyî
Roja jidayikbûnê 1862
Gundê Lirtîkê (Dêrsim)
Roja mirinê 18'ê sermawezê 1937 (li 75 salî)
Xarpêt (li meydana Buğday hatiye dardakirin)
Eşîr Şêx Hesenan
Malbat Bav: Seyîd Îbrahîm (bernavk: Babo)
Hevjîn Anî Xatûn
Zarok Şêx Hesen (lawkê herî gir; m. 17.08.1937)
Bira Îbrahîm (Bira)
Resik Huseyîn (lawkê herî kiçik; m. 18.11.1937)

Seyîd Riza, Sey Riza (z. 1862 li gundê Lirtîka Pilûrê, herêma Dêrsim − m. 15'ê sermawezê[1]/18'ê sermawezê[2] 1937 li Xarpêtê) yek ji pêşengên serhildana Dêrsimê bû.

Tabloya Naverokê

[biguherîne] Jînenîgarî

Seyîd Riza sala 1862'an, li Dêrsimê hate jiyanê. Seyîd Riza lawê Seyîd Îbrahîm e. Ji zanyarekî bi navê Mehmet Elî Efendî ders dît û mezin bû. Mehmet Elî, ji aliyekî ve agahiyên olî, ji aliyê din ve jî di warê neteweyîtiyê de perwerde dida Seyîd Riza. Piştî mirina bavê xwe, wî Seyîdî dewir girt û di bajarê Axdadê de bi cih bû.

[biguherîne] Terteleya Dêrsimê

Gotara bingehîn: Serhildana Dêrsimê

Di rojên serhildana Qoçgiriyê de komeke çekdar, çûn Dêrsîmê û têlgrafeke ku pişgtgiriyê dide serhildêran, kişandin. Seyîd Riza, piştî serhildana Şêx Seîd alîkarî da muhaciran. Berî serhildana Dêrsimê Seyîd Riza, li hemberî îhtîmala operasyonê bi sereke eşîran re hevdîtinê çêdike ku di nava xwe de yekîtiyê çêkin. Di demeke ku li Dêrsîmê serhildanê berdewam dikir, di 5'ê rezberê 1937'an de rayedarên hikûmetê ji bo hevdîtinan li Erzînganê bangî Seyîd Riza dikin. Seyîd Riza, di riya Ezirganê de tê girtin û wî dibin Elezîzê û bi îdamê tê mehkûmkirin.

Serokê serhildana Dersimê, Seyîd Riza, di 15'ê mijdarê/18'ê mijdarê sala 1937'an de, bi tevî şeş hevalên xwe ve, ji aliyê rejîma Tirkiyê ve hatin dardakirin.

Çar têkoşerên din jî berê bi cezayê îdamê ceza dikin, paşê cezayê wan werdigerînin girtîbûnê. Hin ji wan ji ser 90 salî re bûn, tirkan nexwestin navê xwe xirab bikin. Lê herçendî gorî zagonan diviyabû Seyîd Riza jî darve nekiran, salên wî bi qanûnî mezin dikin û îdam dikin.

[biguherîne] Siyasetmedar û têkoşerên darvekirî

[biguherîne] Kesên ji îdamê filitî

[biguherîne] Çavkanî

  1. M. Kalman (1995) Belge ve taniklariyla Dersim Direnişleri. Nûjen, Stenbol; Cumhuriyet, 16.11.1937: "Seyid Riza ile 6 avenesi dün idam edildiler."
  2. Nuri Dersimî, Kürdistan tarihinde Dersim, Mezopotamya yayınları, r. 273

[biguherîne] Girêdanên derve

Amûrên kesane
Valahiya nav
Çalakî
Navîgasyon
Beşdarî
Qutiya amûran
Zimanên din