Siltan Sencer

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Siltan Sencer (1085 – 8'ê gulanê, 1157) siltanê Selçûkiyan e. Kurê Melîkşah e. Di sala 1085’an de li Sincarê ji dayik bûye. Di 1157’an de wefat kir. Dema wefat kir 91 salî bû. Li tirba xwe ya bi xwe dabû çêkirin li Mervê hat veşartin. Arîşeya di navbera begên Oguz û Selçûkiyan de mezin bû. Li ser vê, di navbera Oguz û Selçûkiyan de li wilayeta Belxê di sala 1153’an de şer qewimî. Di encama şer de Selçûkî şikestin û têkçûn. Siltan Sencer di şer de êsîr ket destê Oguzan. Lê Oguzan Siltan bi roj datanîn ser textê wî û bi şev jî dibirin dixistin qefeseke hesinî. Siltan xwe li vê ranegirt û berî wefata xwe bi salekê ji vê esareta sê salan dewam kirî reviya.


Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawan?)