Simone Weil

Ji Wîkîpediya
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Simone Weil (* 3'ê reşemiyê 1909 li Paris; † 24'ê gelawêjê 1943 li Ashford (Kent);) aktîvîst, fîlozof û mîstîkera navdar a Fransî bû.

Ji malbateke bingeh-Cihû bû di malbata wê de gelek kesên navdar hebûn, wekî birayê wê Andrê yê matematîker. Bi salan di fabrîka Renault de xebitiye û bi destpêka şerê navxweyî yê Spanyayê bi rêbazên bêî zor û anarşîst karê sendîkayê meşandiye. Mixabin tenduristiya wê nebaş bû û pê re serêşeke mezin hebû.

Ji ber dagirkariya Nazî li seranserê Ewropa Fransayê diterikîne û direve DYAyê. Bi qasî demekê li Brîtanyayê dijî û bi têkçûna Nazî re di nava refên artêşa Charles de Gaulles de vedigere welatê xwe. Ji ber nexweşiya tûberkûlozê jiyana xwe jidestdide.

Amûrên kesane
Valahiya nav
Çalakî
Navîgasyon
Beşdarî
Qutiya amûran
Zimanên din