Sîng

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Sing hate beralîkirin)
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Sing di laşê mirov de, ku li pêşiya mirov re li ser dilê mirov a. Ji serê singê re di kurdî de çiçik û an jî memik tê gotin. Singa jin û mêr, jev cuda ya. Piştî bûna zaro re, ji singa jine êdî şîr tê. Bi teybetî, di kurdî de ji singên mirov re ku jin jî bê û mêr jî bê jê re ´sing´ tê gotin. Lê ji singên sawalan re jîn nayê gotin di kurdî de. Minaq, ji singa "mih" ku jê re "meh" jî tê gotin guhan tê gotin. Her singe çêlekê jî jê re guhan tê gotin. Bi gotina ji singa mirov re ´sing´ û ji ya sawalan re ´guhan´ gotinê re ew farqê di nav wan de tê xwestin ku were ser ziman. Di çîrokên kurdan yên ku di nav xwe de dibêjin jî, ev farqîtî pirr bi zelalî tê nîşandin. Gotina "şîr kete guhanan" bi awayekî helbestî bûya malê çîrokên kurdan jî. Gotina "singa bi şîr" jî ji bi jinê re pirr mazin bûya bi nav û deng û ji vê gotinê hin gotinên xalkî jî hatina afirandin.