Sirêma elektrîkê
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Sirêma karevayî hate beralîkirin)
Sirêma Karevayî an sirêma elektrîkê sirêma barê karevayî ye. Yekîna Dozena Navneteweyî anko SI ji bo sirêma karevayî Ampère (A) e ko beranberî meşiyana kolomeka barî di saniyeyekê da ye.
Pênase [biguherîne]
Meznahiya sirêmeka karevayî li xalekê bi awayê berhateka demê ya barê karevayî dihêt pênasekirin:
Bi awayekê fermî ev wiha dihêt nivîsîn:
or inversely as 
Qedareya barê karevayî Q ya ko li yekîna demê t dimeşit dibit I ko bi ramana xurtiya sirêmê dihêt.
Sirêm di têleyeka metal da [biguherîne]
Di metalekê hişik yê gehînik da, bê çi hêzên derveyî, hindek elektron bi azadî dimeşin. Ev mşiyana elektronan ji wê wize ya germayî çêdibit ko elektron ji hawirdora xwe werdigirin. Dema atomek elektronekê didit dibit xwediya barê erînî. Koma elektronên azad deryaya barî çêdikin.

or inversely as 