Gayê Rûniştî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Sitting Bull hat beralîkirin)
Gayê Rûniştî
Gayê Rûniştî (1831-1890)
Jînenîgarî
Jidayikbûn1831
Grand River, Dakotaya Başûr (South Dakota, DYA)
Mirin1890
Standing Rock Reservation
NeteweÇermsor
HevjînLight Hair
Four Robes
Snow-on-Her
Seen-by-her-Nation
Scarlet Woman
ZarokOne Bull (zirkur)
Crow Foot (Law)
Many Horses (zirkeç)
Walks Looking (zirkeç)
biguhêreBelge

Gayê Rûniştî (bi dakotayî: Tȟatȟáŋka Íyotake) (bi îngilîzî: Sitting Bull) (di sala 1831ê da li Grand River, Dakotaya Başûr hatiye dinê û di sala 1890'î da jî li Standing Rock Reservationê hate kuştin. Sitting Bull serok û hekîmê êla Hunkpapa ya Lakotayan (Sioux) bû. Di berxwedana dakotayan li dijî leşkerê Amerîkayê da ew serokekî gellekî mezin û xurt bû. Di navbera salên 1869 û 1876'an da Sitting Bull bi çend şervanên xwe ra bi leşkerên amerîkî ra şer kiriye.

Gava ku di sala 1872'an da li welatê Siouxan li Çiyayên Reş (Black Hills) zêr hate dîtin, mîrovên sipî ew şûnda ji destê siouxan girtin û dakota mecbûr man ku ji welatê bav û kalên xwe koçber bin herin dereke din. Li ser vî Sittîng Bull serxwebûneke mezin di nav mirovên xwe da peyda kir û di sala 1876'an da bi tev lehengê dakota yê bi nav Crazy Horse (Hespê Dîhn) û Big Foot (Nigê Mezin) di şerê Little Bighornê da li dijî general George Armstrong Custer serketina herî mezin di dîroka dakotayan da qezenç kir.

Demeke şûnda amerîkî dîsa hatin xwe û bi ordîyekî mezin çûn ser Sitting Bull. Li ser vî Sitting Bull bi 3.000 hevalên xwe reviya Kanadayê. Lê rewşa dakotayan roj bi roj xirab dibû. Mîrovên sipî li demeke kurt hemû Amerîka bi dest xwe xistin. Êdî hêzê Sitting Bull nema û bi hevalên xwe di sala 19ê tîrmeha 1881ê da li Fort Randallê teslîmê hikûmeta Amerîkayê bû. Piştî du salan li girtîgehê, Sitting Bull hat berdan û nefiyê Standing Rock Reservationê bû. Lê dîsa jî wî dest ji serxwebûnê ber neda. Bi alîkariya wî komala Semaya Ruhî (Ghost Dance) hat darxistin ku yê ji bo çand û hunera gelê sioux tekoşîn dikir. Her şev sioux saz lê dixistin, dor agir govend digirtin û bi vî avayî mafên xwe dahanîn zimîn. Hikûmeta Amerîkayê ev sema wekî polîtîkî û sîyasî hesiband û qedexe kir.

Hikûmet ferman da leşkeran ku van semayan nehêlî û Sitting Bull bê pêgirtinê yan jî kuştinê. Li roja 15ê çileya pêşîn a sala 1890'î da ji aliyê dakotayekî caş ê bi navê Red Tomahawk ve hat kuştin. Sitting Bull di jiyana xwe da her dem ji bona azadiya gelê xwe şer kiriye.