Siyabend û Xecê (destan)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Siyabend û Xecê hat beralîkirin)


Siyabend û Xecê Serpêhatiya Siyabend û Xecê, di Zargotina Kurdî de piştî destana Mem û Zînê, xwe di radeya duyemîn de digire. Navê Siyabend li hin deveran Siyamend û Siyamed jî tê gotin. Ev serpêhatî di destpêkê de, çendî ku bi belengazitiya Siyabend li Deşta Silîva dest pê kiriye, lê li ser evîn û mêrantiyê hatiye encamdan. Lehengê wê Siyabendê Silîvî ku jê re dibêjin "xwediyê kevanê zêr û zîvî" dema ku ji ber destê jinmama xwe reviyaye, pêşî çûye Geliyê Hewrê û bûye mêrxasê Emer Axa, Axê dota xwe Elîfa bedew dayê, lê wî nevaye û ji wirê çûye Çiyayê Sîpanê Xelatê birayê xwe Qeregêlan dîtiye û ji wirê jî çûye Rojhilata Kurdistanê nêv Eşîra Şikakan û pêrgê Xecê bûye. Ji ber Xecê ve, xwestiye ku her heft birayên Xecê bizewicîne, lê dîsa Xecê nedanê, îcar wî her heft birayên Xecê kuştine û Xecê ji xwe re biriye. Lê li serê Çîyayê Sîpanê Xelatê nêriyê Xezalan hirrek lê daye û di zinêr de werbûye li ser deviya belalûkê ketiye, pîjek li pişta wî ketiye û di singa wî re avêtiye. Li ser vê destana folklorî, heta niha sê pirtêk ji aliyê sê nivîskarên cuda ve hatine nivisandin.

Fîlm[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]