Soghomon Tehlirian

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Soghomon Tehlirian (1921)

Soghomon Tehlirian (bi ermenî: Սողոմոն Թեհլիրյան) (z. 2'ê avrêlê 1897 li Pakarij nêzîkê bajarê Erzingan – m. 23'ê gulanê 1960 li DYE) Ermeniyê ku wezîrê karê hundirîn ê Osmaniyan û birêvebirê Nîjadkujiya ermeniyan Talat Paşa li paytextê Elmanya Berlînê kuştiye ye.

Tehlirian di komkujiya Ermeniyan de hemî malbat, xizm, heval, bi gotina wî "jiyana xwe" winda dike. Ji aliyê leşkerên Tirkan ve bi giranî tê birîndarkirin. Bi rêwîtiyeke dûr û dirêj xwe digihîne Elmanya. Bi serê xwe kuştina Talat Paşa organîze dike û bicihtîne.

Tehlirian di dadgehê de komkujiyê radixîne berçav û berevaniyeke dîrokî û mirovî dike. Dadger wî serbest berdidin. Di 23'ê gulanê 1960an da li DYE jiyana xwe jidestdide.

Girêdanên derve[biguherîne]