Sosin (stranbêj)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Sosin
Cureyê muzîkêMuzîka kurdî
Pîşestranbêj (solîst)
Amûrtembûr
biguhêreBelge

Sosin stranbêjeke kurd e.

Albûma yekemîn ya stranbêj Sosin piştî xebateke salekî derket. CD û kasêta ku navê wê "Reşeba" ye, bi hevkariya Kom Muzîkê û Mîr Muzîkê li Tirkiye û Elmanyayê li çar studyoyên muzîkê yên cûre hatiye amadekirin.

Berhema ku derhênertiya wê Hisên Çîftçî kiriye ji 11 stranan pêk tê. Herweha di berhema Sosin ya bi navê „ Reşeba“ de muzîkjenên mîna Fîkret Dag, Yasîn Poyraz, Ertan Tekîn û gelek muzîkjenên din yên ji neteweyên cûda li enstrumentan xistine.

Ji bilî stranên hunermend Sosin digel kesên cûda afirandine, di berhemê de şeş stranên otantîkî yên herêmên Behdînan, Botan û Colemergê jî hene. Weke tê zanîn ev hersê herêm ji hêla stîla muzîkê û bikaranîna qirikê ve xwedî heman xwezayê ne. Ji ber hunermend Sosin bi xwe jî ji Colemergê ye, mirov bi dengê wê diçe ku ji hêla muzîkê ve zêde dewlemedin.

Sosin bi payizoka bi navê "Seydikê Min" dide îspat kirin ku ne tenê mêr, herweha jin jî dikarin bi rehetî payizokan bistrênin. Herçiqas lawika bi navê „Bêrîvan“ nû hatibe afirandin jî, ew lawik bi awayê payizokan hatiye strandin û taybetmendiya hilbijartina stranan ya Sosin jî bi wî awayî kifiş dibe. Strana gelerî ya herêma Botanê ya bi navê "Hêjîra Çiyayî" ku ji berya niha hunermendên mîna Alî Baran, Aynur Dodan û Koma Amed jî di albûmên xwe de strandibûn, Sosin jî beyî ku bi orjîniya stranê bileyize strandiye.

Di albûmê de du stranên bi zaravayê Soranî jî hene. Sosin stranên bi navên „Newbehar“ û „Zîlan“ bi Soraniyek paqij û zelal strandiye û bikaranîna telafûzê diyar dibe ku hunermend Sozin hikimdarê zaravayê Soraniye jî. Herweha li gor pisporan strana bi navê „Zîlan“ wê ji ber performansa muzîkê, naverok û xweşşîrovekirinê di muzîka kurdî de cihekê taybet bigire.

Sosin strana bi navê "Newbehar" diyarî gelê Memûre kiriye û li ser bergê di bin nivîsa stranê de ev mesaj jî nivîstiye:

„ Ez vê strana xwe diyarî koçberên Mexmûran dikim. Wan ji bo doza azadiyê di mercên herî çetîn de li ber xwe dan û ji bilî berjewendiya azadiya gel tu jiyanek bê wate nepejirandin. Bêgoman ez ê nikaribim bi vê berhema xwe ji gelê Mexmûran re bibim bersiv. Mebesta min bi vê yekê ew e ku ez bi hest û dilê xwe li gel koçberên Mexmûrê me.“

Estekî Berga berhema Sosin ya bi navê „Reşeba“ hevqasî deng û stranên wê balê dikişîne li ser xwe û profesyonaltiya wêneger û grafîkerên Sosin bi her awayî diyar dibe.

Hunermend Sosin ji bo muzîkhesan hunermendeka nas e û heya niha wê di gelek çalekiyên çandî, di bernameyên televizyon û radyoyan de cîh girtiye.

Sosin li Silêmaniyê û Ewropayê dersên enstrumentan û ya şanê jî standiye.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. RÊKA MIN DÛR E
  2. HEJÎRA ÇIYAYÎ
  3. HOY NAR
  4. BÊRÎVAN
  5. NEWBEHAR
  6. REŞEBA
  7. SÊVA SOR
  8. ZÎLAN
  9. XWAZGÎNÎ BILEZ HATIN
  10. MIZGÎNÊ
  11. SEYDIKÊ MIN (Payîzok)