Sping

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Sping (Scorzonera hispanica), spang, span(k), spilk, hisping, hişping navê pincarek biharê ye. Li Kurdistanê pirranî bi xavî û heşînî tê xwarin. Herwiha kokên wê di bijîşkiya gelêrî ya Kurdistanê de tê bikaranîn.

Hin zanistên rojavayî ji ber ku navê wê dişibe Spanyayê, dibêjin ji wir belav bûye. Navê wê yê kurdî jî ji heman bingehê ye. Lê ev îdîayek e.

Li Kurdistanê ji xwezayê tê berhevkirin lê li Ewropayê çandiniya wê dikin. Ji aliyê vîtamîn û mîneralan ve gelek dewlemend e û şîrê ji kok û pelgên wên derxistin di bijîşkiyê de tê bikaranîn, bo nexweşên şekir gelek bikêr e.

Çend cureyên wê hene, hin riwek dişibin wan divê mirov tevlîhev neke.

Cureyên wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]