Steven Chu

Ji Wîkîpediya
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Steven Chu

Steven Chu (bi çînî: 朱棣文; pînyîn: Zhū Dìwén; * 28'ê reşemiyê 1948 li St. Louis, Missouri, DYA) fîzîknasekî DYAyî ye.

Sala 1997'î bi tevî William D. Phillips û Claude Cohen-Tannoudji Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye. Niha li zankoya Stanford University dixebite û bi giranî li ser mijara bikaranîna laserê bi atomê ve ye.

[biguherîne] Jiyan

Ji malbatele Çînî ya ku li ser Fransayê ve koçberê DYAyê bûne ye. Li zanîngeha University of Rochester û ya li California Berkeley perwerde dîtiye. Li ser fenomena elekronmanyetîkê bi salan lêkolîn û xebat kiriye. Sala 1983'î bûye gerînendeyê laboratûareke ku li ser qûntanfîzîkê lêgerînan û lêkolînan dike. Li gelek zanîngehan dersê dide û ji sala 2004'î virde serokatiya Lawrence Berkeley National Laboratory dike.

[biguherîne] Xebatên wî

Chu gelek cureyên alavên pêvandina optîk û atomfîzîkalî çedike û bipêşdixe. Wî bi van alavan li posîtronyûm û miyonyûmê kolaye. Cemidandina lazer a atomî wî keşifkiriye û bi tevî hin fîzîknasan bipêşxistiye. Rêbazên wî di lêkolînên DNA de jî tên bikaranîn.

Chû herwekî li pêşîgirtina germahiya erdê û qîrêjiya xwezayê digere. Xwedî gelek payê û xelatan e.

Amûrên kesane
Valahiya nav
Çalakî
Navîgasyon
Beşdarî
Qutiya amûran
Zimanên din