Strûma

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Strûma asta III.

Perîzade, strûma, girep, guatr (bi latînî: Struma) navê nexweşiya mezinbûna awarte ya tîroîdê ye.

Di bijîşkiya gelêrî de pirranî girep tê bikaranîn ku ji bêjeyên Gir(ê) û Rep (repbûn) tê. Ango girêya ku repbûye.

Gorî avabûna DNAya mirov di organîzmayê de asta îodê li dora 50 % e. Heger nexweşî yan hin sedemên awarte hilberîna hormona tîroksîn ê biguherînin (ango ji 48 %'î kêmtir û 58 %'î zêdetir), tîroîd jî bêîrêkûpêk dixebite û mezin dibe. Kêmbûna asta Vîtamîn A jî dikare sîstemê bitetikîne û mixabin li Kurdistanê pirranî ji ber kêmgirtina vîtamînan nexweşî xwe dide der.

Di hin tabloyan de nexweş nikare baş bêhna xwe jî bigire û xwarinê daqultîne. Hin tabloyên psîkosomatîk jî dişibin van sîmptoman. Di serdema nûjen de pirranî xwêyên (xoy, sol) biîod tên bikaranîn û Strûma jî kêm bûye.

Girep di asta II. de.

Hin cureyên Strûmayê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Girepa piçûk: Di qirikê de wermek ne ewçend mezin heye. Pirranî di bicanîbûnê û balixbûnê de xwe dide der. Bi bikaranîna tîroîd (hormon)ê terapî gengaz e.
  • Nexweşiya Graves: Jê re asta I. (yekemîn) a tetikandina (hişyarkirina) tîroîdê jî tê gotin.
  • Girepa Adenomîk: Gelek kêm tê dîtin û ji rewşa awarte ya adenoman tê. Hin sîmptomên wê dişibin nexweşiyên bêhngirtinê.
  • Şêrpenceya tîroîdê: Nexweşî xwe hêdî hêdî bipêşdixe. Birîn xwe berdide pişikan an organeke din jî. Tê gotin ku kesên zêde di bin radyasyonê de mane zû bi vê nexweşiyê dikevin lê statîstîkên mîsoger nînin.
  • Şêrpenceya medûlar a tîroîdê: Xaneyên vê kanserê hormona Kalsîtonîn hildiberînin û asta nexweşiyê jî bi pîvandina kalsîtonînê tê şopandin. Ev kanser gelek kêm tê dîtin.
  • Lenfosîtîk tîroîdît (Nexweşiya Haşîmoto): Antikora anormal tîroîdê xerab dike û fonksiyonên wê pûçdike.
  • Sûbakut tîroîdît: Leza sedîmantasyonê zêde ye. Di daqultandinê de êş heye.

Terapiya Strûmayê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Terapiya nexweşiyê, serî de bi baş naskirina wê destpêdike. Bikaranîna dermanan, radyoterapî û heger pêdivî hebe operasyon (emeliyat). Mixabin herçendî nexweşî li Kurdistanê gelek berfireh e jî ti rêxistineke tenduristiyê jî nîne.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]