Suheyl
Ji Wîkîpediya
Suheyl an Kanopûs an jî α Carinae (Alpha Carinae) geştirîn stêrka komstêrka Karîna ye. Herwiha piştî qurix, stêrka duyem geştirîn a ezmanê şev e. Qedra wê ya zahirî -0,72 ye û qedra wê ya mitleq jî -5,53 ye. Navê wê ji erebî derbasî kurdî û gelek zimanan bû ye û bi kurdî wateya wê bigeş, bişewq e.
|
|||||