Suleyman Nazif

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Suleyman Nazif

Silêman Nazîf (*1869 - 1927) yek ji nivîskar û helbestvanên Amedê ye.

Ji yeynî Kurdî Farsî, Erebî û Fransî dizanibû. Doza Kurdistaneke serbixwe dikir, ji ber wê serê wî bi dewleta Osmaniyan re dikete belayê. Gerînendetiya çapxaneya Amedê û redaktoriya rojnameya Amedê dikir. Ji destê hikumetê direve Parisê û li wir bi navê Meşweret rojnameyekê dertîne. Li ser rexneyên mîrên Kurd cezayê wî hinekê tê sistkirin û ji Ewropayê vedigere. Li hatinê tê girtin û bi cezayê 12 sal sirgûnê dişînin bajarê Bursayê.

Dema ku Siltan Evdilhemîd ê Osmanî ji textê tê daxistin û bûyera "Meşrûtiyet", ango kêmkirina erkên keyên Osmaniyan rûdide, têkiliyên wî bi Osmaniyan re dîsa baş dibin û wekî walî li gelek bajaran dixebite. Di sala 1915'î de li Stenbolê bicihdibe.

Êdî dawiya Osmaniyan e. Gelek tevger hene û jin ji wan jî doza azadiya Kurdistanê dikin. Ew di rojnameyên wekî Hadîsat, Halk de dinivîsîne. Bajarê Stenbolê ji aliyê Îngîlîzan ve tê dagirkirin û pirraniya tevgeran viya şermezar dikin. Herwekî pirraniya tevgerên Kurdan jî li dijî Brîtanyayê derdikevin û doza "Biratiya Kurd û Tirk", "Biratiya Îslamê" hwd dikin. Nazîf ji ber nivîsarekê xwe ji aliyê dewletê ve bi sirgûna girava Maltayê tê cezakirin. Sala 1922'î de, beriya îlankirina Komara Tirkiyê ji Maltayê vedigere. Pirraniya pirtûkên wî di arşîvên dewleta Tirk de veşartî ne.

Hin ji berhemên wî yên neveşartî ne[biguherîne]

  • Salnameya parêzgeha Amedê (1894 - 1895)