Suroyo TV

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Suroyo TV (bi suryanî: ܤܘܪܝܐ ܬܘܝ) kanaleke satelaytê ya aramî/suryanî ye.

Suroyo TV ji aliyê suryaniyên diyasporayê ve di roja 10'e cotmehê 2004'an hate damezirandin û weşana xwe ji bajarê Södertälje (li Swêdê) dike.

Suroyo TV dixwaze bi weşanên xwe xizmetê li nasnameya suryaniyan bike û mîras, dîrok û zimanê suryaniyan biparêze. Kanal weşanên xwe bi 5 zimanan dike: suryanî, erebî, swêdî, îngîlîzî û tirkî.

Gelek bernameyên taybet ên kanalê hene: Ji bernameyên ji bo zarokan, yên siyasî û çandî bigire heta yên werzîş, dîrok, belgefîlm, perwerdehî û olê gelek bername hene. Taybetiyeke din a kanalê ev e ku mîhrîcanên suryanî bi weşanên zindî tîne ber ekranan û fîlmên sînemayê jî bi dublajên suryanî diweşîne. Herwiha, muzîk jî beşeke girîng a weşanên kanalê digire. Her roj nûçeyên rojanê bi zimanê suryanî (bi zarevayên rojavayî û rojhilatî) tên amadekirin û dûbareya wê bi erebî tê weşandin. Bi vî havî Suryoyo TV hewl dide ku xwe bigihîne gelek suryanî/keldaniyên hemû cîhanê.

Suroyo TV bi weşana xwe ya rojane ya 24 saetî ciheke girîng di weşanên suryanî de digire. Kanal li ser du satelaytan kare bê temaşekirin û bi vî havî xwe digihîne 85 welatên Asya, Ewropa û Emerîkayê.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]