Suzan Samanci
Suzan Samanci nivîskareke kurd e ku bi zimanê tirkî dinivîse.
Samanci di 1961'dê {fact} li gundê Heşola Amedê hatiye dinyayê. Wê sereta bi ristina helbestan dest bi edebiyatê kir. Helbestên wê yên pêşîn di nav salên 1985-1987'an de li kovara Sanat Olayı weşiyan. Çîrokên xwe yên pêşî di pirtûka bi navê Eriyip Gidiyor Gece (Şev dihele û diçe) de dan weşandin. Kitêbên wê yên çîrokan, di sala 1993'an de Reçine Kokuyordu Hêlîn (Bêhna gêzoyê ji Helînê dihat), di sala 1996'an de Kıraç Dağlar Kar Tuttu (Çiyayên bejî berfên girtin) weşiyan. Reçine Kokuyordu Hêlîn, li Swêdê bi zimanê almanî, li Spanya û Belgiyayê jî bi zimanê flamanî weşiyan. Kıraç Dağlar Kar Tuttu jî, li Macaristanê çap bû. Dîsa, Reçine Kokuyordu Hêlîn bi navê Bajarê Mirinê ji Weşanên Avesta derçû. Pirtûka wê ya bi navê Kıraç Dağlar Kar Tuttu di pêşbaziya çîrokan a Orhan Kemal de duyemîn xelata sala 1997'an wergirt. Çîroka Samanci ya bi navê Perili Kent (Bajarê bi perî) di pêşbaziyeke “Radyoya Dengê Almanyayê" de, di nav 25 çîrokên pêşîn de hate nirxandin û bi zimanê tirkî û almanî weşiya. Çîroka wê ya bi navê İki Anne (Du dayîk) jî bo îngilîzî hate wergerandin û di kovara PENa Navnetewî de weşiya.
[biguherîne] Berhemên wê
- Eriyip Gidiyor Gece, çirok, 1991.
- Reçine Kokuyordu Helin, çîrok, 1993, Weşanên Can; 1996, Weşanên İletişim.
- Kıraç Dağlar Kar Tuttu, çîrok, 1996, Weşanên Can.
- Bajarê mirinê, çîrok, 1996, Weşanên Avesta, ISBN 975-7112-08-9.
- Suskunun Gölgesinde, 2001, Weşanên İletişim.
- Siya Bêdengiyê, 2002, Weşanên Aram (Roşan Lezgîn ji tirkî wergerand kurdî), ISBN 975-8242-51-2.
- Korkunun Irmağında, roman, 2004, Weşanên Metis.
Halepçe'den Gelen Sevgılı rroman Weşanen Sel
[biguherîne] Çavkanî
- Suzan Samanci (2002). Siya bêdengiyê. Weşanên Aram, Stenbol.
