Têkoşîn, jiyan û berhemdariya Cegerxwîn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Pirtûka bi navê Têkoşîn, jiyan û berhemdariya Cegerxwîn, biboneya sedemîn salvegera jidayîkbûna helbestvanê mezin, ji hêla rojnameger Davut Özalp ve hatiye amadekirin. Di pirtûkê de, nivîskarên wekî Osman Sebrî, Berken Bereh, Îrfan Amîda, Jan Dost, Ehmed Huseynî, Rênas Jiyan, Cîhan Roj, Heyderê Omer bi hûrbînî li ser helbest, jiyan û têkoşîna Cegerxwîn fikr û ramanên xwe der birine û analîzên gelek girîng û hêja kirine. Di pirtûkê de,ligel helbestên Seydayê Cegerxwîn bixwe herî zêde jê hez dikir, nêzî 20 helbestên seyda jî cih digirin. Her wisa kurê Cegerxwîn Hesen jî li ser jînenîgariya bavê xwe nivîsek nivîsandiye û pêre hevpeyvîneke hatiye kirin jî cih digire.