Tîamat

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Tîamat
Hevjîn
  • Abzu
  • Kingu Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Zarok
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Tîamat (Bi akadî: 𒀭𒋾𒊩𒆳 DTI.AMAT an 𒀭𒌓𒌈 DTAM.TUM, Bi yûnanî: Θαλάττη Thaláttē), di baweriya Babîla kevnar de xwedawendeka pêşî ya deryaya xwêyî bûye. Ji bo ku xwedawendên teze çêbike, bi Abzû re dizewice. Ji dema sumerîyan e. Navê dê û bavê wê Lahmu û Lahamu ya. Destpêka bûn û hebûnê bi wê tê destpêkirin. Ew destpêk jî, bi "Abzû" re tê destpêkirin. Abzû, tê wate "ava germ". Li gorî wê, çêbûn û hebûn, bi vî rengî çê dike. Ya tirs yanî "xwê" û ya şêrîn yanî "Şîran" tevlî hevdu dibe. Bi hev re zawacekê dikin. Ew, zewaca pêş ya pîroz e. Ji wê zewacê gelek tişt û zindî diafirin. Ejdarha jî wêl bibin. Ew bûyin hemû bi navê Enûma Elîş tê binavkirin û ser ziman.

Bi rêzî, hinek komkirinên dibin, ev jî bi vî rengî. Pêşî Abzû, Lahmu, Lahamu û Tîamat tê. Piştre "Anşar" yanî azman û Kîşar yanî "ax û ard" tê. Piştre Enkî ku tê tevlîheviyê derdixe. Hin Tîamat, bi hîddetî deng dide û diqîre. Abzû, piştî ku bi awayekî kozmîk, her der tijî av kir û xwest ku hemû xwedawendên din bixwe, êdî Lê enkî Abzû dikuje. Piştre zaroyên Tîamat, agahî didin dê. Ew jî ji binê ardê mişt, mar, dupişk û şeytan derxistin. Piştre xwedawend digihin hevdû ku li ber Tîamat şer bikin. Marduk, bi bayekî ku derxistin, pêşî aligirê Tîamat Kîngu kuşt. Piştre Tîamat, piştre ji herdû çavên Tîamat, ava ku herîkî Dicle û Firat çêkirin.

Nîqaşên ku li ser Tîamat dibin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji ber ku hê gelek beşê Tîmat, ne safî ne û vegotina wê di nava xwe de lev jî nake, pirr nîqaş dibin li serê. Lê di serî de Tîamat, weke ya pêşî tê qebûlkirin û pejirandin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]