Tîbet

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Nexşeya Tîbetê (bi rengê sor) û Çînê

Tîbet an Herêma Serbixwe ya Tîbetê erda pîroza Budîstan e li Asyaya Navînê de.

Gotina Tîbet him ji bo hemû erdnigarê tîbetî, him jî ji bo Herêma Serbixwe ya Tîbetê tê bikaranîn, ya ku piştî dagirkirina herêmê ji aliyê Komara Gel a Çînê ve di sala 1965an de wek îdariyeke siyasî hatibû avakirin. Herêma Serbixwe ya Tîbetê ji niviya herêma çandî ya tîbetan pêk tê û di nava başûrê Tîbetê disekine. Herêmên bakûr û rojhilata erdnigarê tîbetî di nava eyaletên Qinghai, Gansu, Sichuaan û Yunnan de hatine parvekirin. Wextê ku di zimanê çînî de behsa Tîbetê (bi çînî 西藏, Xīzàng, bi tîbetî: བོད་ལྗོངས, །bod ljongs) tê kirin, gotina 'Tîbet' hertim weke şûna Herêma Serbixwe ya Tîbetê tê bikaranîn. Di zimanê tîbetî de jî ev gotin tenê ji bo herêma serbixwe (bêyî herêmên rojhilat ên tîbetî Amdo û Kham) tê bikaranîn. Heger qala hemû erdnigariya tîbetî tê kirin, divê gotina bod çen (Tîbeta Mezin) bê bikaranîn. Derheqê dagirketî û serxwebûna Tîbetê gelek gengeşiyên mezin têne kirin. Lê heta neha ti dewlet tune ye ku bi awayeke dîplomatîk an jî siyasî guhertineke erênî pêk bîne.

Erdnigarî[biguherîne]

Herêma serbixwe ya Tîbetê, çiyayên Hîmalaya, parêzgeh û welatên ber sînora wê

Beşeke mezin a şÇiyayên Hîmalayê dikevin nava başûrê Tîbetê. Navinciya bilindahiya wê ji asta deryayê nêzî 4900m e, lewra jê re 'Banê Cîhanê' jî tê gotin ji ber ku ev herêm weke bilindtirîn herêma cîhanê tê qebûlkirin. Platoya bilind a Tîbetê bi gelemperî ji deştan pêk tê: cihê herî hişk rojavayê herêmê ye û weke 'çangtang' (deşta bakûr) tê bi nav kirin. Ev der ji deştên alpîn pêk tê. Sedema hişkayiya herêmê ji ber hebûna çiyayên Hîmalayayê pêk tê: Ewrên Monsûnê wextê ku ji Hîndistanê ve nêzik dibin, li başûrê çiyayên Hîmalayayê radiwestin. Bi vî rengî hemû baran li beşa başûr a çiyan dibare û bi tenê hewayên hişk derbasî bakûrê (Tîbetê) dibin, li cihê ku îqlima kontinental peyda ye.

Zincîre Çiyayên Hîmalayayê jî di Tîbetê de hilkevtiye. Paytexta wê bajarê Lhasa ye.

Civak[biguherîne]

Li gorî agahiyên fermî yên sala 2000'an li herêma serbixwe ya Tîbetê 2.616.329 mirov dijîn. Lê gava merib hemû komên tîbetî yên Cînê hildijêre, ev jimar digihêje 5 mîlyonan (li gorî sala 2005'an). Li der û dorên Lhasayê nêzî 250.000 mirov dijîn, li Xingazê 120.000, li Qando 25.000 û li Nyingchi 16.000. Dîsa li gorî agahiyên fermî sedî 81% ên gelheya Tîbetê li gundan û 19% jî li bajarên Tîbetê dijîn. Pirraniya gelheya herêmê ji gelê tîbetî pêk tê. Ji bilî wan, gelên din ên etnîk jî li Tîbetê dijîn, weke ku li herêmên başûr-rojava û yên bakûr-rojava tîbetî dijîn.

Komên etnîk ên Tîbetê[biguherîne]

Gelê etnîk Jimara gelhê Ji sedî (%)
Tîbetî 2.427.168 92,77 %
Çîniyên Han 158.570 6,06 %
Çîniyên Hui 9.031 0,35 %
Monba 8.481 0,32 %
Deng/Dengba, Sherpa û Thami
()
3.817 0,15 %
Lhoba 2.691 0,1 %
Naxi 1.223 0,05 %
Bai 722 0,03 %
Ûygûr 701 0,03 %
Mongol 690 0,03 %
Yên din 3.235 0,11 %
Quelle: Tabulation on nationalities of 2000 population census of China [1].

Ol[biguherîne]

Rahîbên li Sêra

Ola pirraniya gelê tîbetî bûdîzm e. Li gorî agahiyên fermî yên çînî li Tîbetê 1700 wargehên olî û nêzî 46.000 rahîbên bûdîst hene. Ji bilî vê yekê, li Tîbetê çar mizgeft ji bo 3000 misilmanên hui û dêreke katolîk ji bo 700 xirîstiyanên katolîk heye.

Ziman[biguherîne]

Bi saya peymana sala 2002'an, zimanê tîbetî bû dûyemîn zimanê fermî yê herêmê. Ev tê vê wateyê ku zimanê tîbetî di dibistanên fermî de bi axaftin û nivîsandina xwe tê hînîkirin. Li gorî qanûnê divê hemû konferans û civînên girîng ên li Tîbetê - dadgeh pê re - karin yan bi zimanê tîbetî yan jî bi zimanê çînî ya han pêk bên. Fermo, rûnistvanekî tîbetî yê xwendî him tîbetî him jî çîniya han dizane.

Dîrok[biguherîne]

Statuya Tîbetê[biguherîne]

Hêjayî gotinê ye ku niha ev herêm ji aliyê dewletê Çînê ve hatiye dagîrkirin.

Çand[biguherîne]

Aborî[biguherîne]

Cotkarî[biguherîne]

Cotkar bendavekê sererast dikin. Li piş wan rezên cehan xuya dikin

Bera herî pir li Tîbetê tê çandin cehê erdên bilind e. Li derên ku pirtir roj lê digihêjin genim, kartol, misir û famîleya baqilan jî têne çandin. Ji ber rojên dirêj ên havînê û lewra dirêjbûna dema gihînê, cotkarî û çandinî li vê bilindbûnê jî mimkun e, lê belê evya bi çend herêman bi sînor e: li dora Lhasa û Xigazê. Ber bi bakurê ve êdî tenê ajaxwedîkirin mimkun e û li rojavayê çol destpê dike. Cotkarî û bi taybetî çandinî di salên dawî de bi alîkariya makîneyên giran hate pêşxistin û berdariya wê gihîşte asteke meztir. Lê ajaldariya li ser çolên bilind ên bi berx û yakan hê jî girîngtir e.

Pişesazî[biguherîne]

Pişesazî hê jî pir pêşneketiye, lê rastî alîkariya hikûmeta navendî ya çînî tê û lewra her ku diçe meztir dibe. Ji bilî berbesvaniyê/madenvaniyê navendên ji bo derxistina hesîn, zêr, lîtyûm, paxir, xwêya kevirî û boraks. Hêjayî gotinê ye ku çavaniyên herî mezin ên cîhanê yên lîtyûm û boraksê li Tîbetê ne. Branşeke din a girîng a aborî pişesaziya malzemeyên avahiyê/înşeatê ye.

Gotarên girêdayî[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]

  1. 2000年人口普查中国民族人口资料,民族出版社 / Tabulation on nationalities of 2000 population census of China (zusammengestellt vom Nationalen Statistikbüro und der Kommission für ethnische Angelegenheiten der VR China) 2003/9 (ISBN 7-105-05425-5)

Girêdanên deranî[biguherîne]