Tîkegoşta golikê bi gizêrê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Tîkegoşta golikê bi gizêrê, xwarinek ji pêjgeha kurd e. Bo kesên parêzê digirin jî baş e. Helbet ji goştê berxê jî dibe lê aşpêj pirranî bi goştê golikê çêdikin.

Di pêjgeha kurd de, gizêr cihekê taybet digire. Di gelek hêyavkan de, xwarinên quşxaneyê, selete û şorbeyan de gizêr tê bikaranîn. Gizêr di bijîşkiya gelêrî ya kurd de, herwiha navdar e. Bi taybetî bo çavan bikêr e.

Goştê hatiye tîkekirin (tîkegoşt) heger têra xwe keliya be, diperite, rûn û bezên zêde jê diçe. Ev jî ji bo tenduristiyê baş e.

Berkelî (bo çar kesan)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 3 gizêr
  • 1 serî pîvaz
  • 600 gr tîkegoşta golikê
  • 2 kevçî ard (arvan)
  • 1 pelê defneyê (qar)
  • 1 stekan (qedeh) av
  • 1 kevçî ava lîmonê
  • 2 kevçî rûnê zeytê
  • 2-4 ta bexdenûs
  • Xwê, solin (kesên parêzê digirin, bi destûra bijîşkan)
  • Li ser daxwazê cureyên biharbêhnê (biharat)

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gizêrên xwe bişon, pakij bikin, di forma şivikên zirav de hûrbikin. Pîvazê jî hûrbikin. Bexdenûsê bişon, pelên wê veqetînin. Tîkegoşta we ne amade ye, goştê xwe tîke bikin û paşê jî ard (arvan) pêwerbikin.

Rûnê xwe têkin quşxaneyê germijî bikin, pîvaz û goştê xwe berdinê, sote bikin. Av, ava lîmonê û pelê defneyê tevlî bikin, heya kel bi avê ket bikelînin. Agirê xwe nizm bikin, darxûnê bigirin, heya goşt nerm bûn bikelînin. Ango 10-15 deqe bikelînin.

Ji ser agir daynin, xwêya xwe kontrol bikin, li binikên xwarinê parve bikin. Beriya ku bînin ser destexaneyê (sifre), bi bexdenûsê bixemilînin. Bi germî tê xwarin.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]