Tîmora Rojhilat

Ji Wîkîpediya
(ji Tîmora rojhilat hate beralîkirin)
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
República Democrática de Timor-Leste
Tîmora Rojhilat
Alaya Tîmora Rojhilat Nîşana Tîmora Rojhilat
(Al) (Nîşan)
Sirûda netewî: Pátria
LocationEastTimor.svg
Zimanên fermî Tetum, portekîzî
Paytext Dili
8°34′Bş 125°34′Rh / 8.567°Bş 125.567°Rh / -8.567; 125.567
Bajarê mezin Dili
Sîstema sîyasî Komarî
 - Serkomar
 - Serekwezîr
José Ramos-Horta
Xanana Gusmão
Rûerd
 - Giştî
 - Av (%)

14.874 km2
kêm
Gelhe
 - Giştî (2010)
 - Berbelavî

1.066.582 kes
71,71 kes/km2
Serxwebûn - 28'ê sermawezê 1975 rave kir.
- Di 20'ê gulanê 2002 de hat nasîn.
Dirav Dolara Emerîka (USD)
Dem UTC+9
Nîşana înternetê .tl
Koda telefonê +610
Nexşa Timora Rojhelat bi bajaran ve
Nexşa Timora Rojhelat bi bajaran ve

Komara Demokratîka Timora-Leste, an jî Tîmora Rojhelat, welataka li başûr rojhelata Asya ji giravan pêk hatî ye. Navê dewletê bi fermî Timor Loro Sa'e tê nav kirin, ew tê mane welatê Timara roj lê dibe ava. Portekîzî Tîmor-Leste jî tê ye mane rojhelat-rojhelat. Bi Endonezî timur rojhelat e, bi portekîzî leste jî wek wê dîsa rojhelat e.

Tabloya Naverokê

[biguherîne] Erdnîgarî

Girava Timor di Arşîpela Malay(Arşipela Endonezya) de û li ser Giravên Sûnda Biçûk de ye. Li bakur rojavayê giravê Timor Derya Sawu, li bakur Derya Banda, li Başûr jî nevbara Awustralya û Tîmor de Derya Tîmor he ye. Tîmora Rojhelat li ser nîva rojhelatê giravê de ye.

Tîmora Rojhelat di sedsala 16'an de Kolonîya Portekîz bû û epê dem Tîmora Portekîz dihat zanîn. Di 1975an de Endonezya dagir kir. Di 1999an de UN pişt girt şunda Endonezya jê gerî û di 20'ê gulanê, 2002an de serxwebûna xwe dest xwe xist.

[biguherîne] Dîrok

Ew tê bawer kirin ku Tîmor bi Arşîpela Malay va 40.000 selan ber îroj jiyanî bû. Dema Kolonîyan de Portekîzan di sedsala 16'an de Tîmor kire koloniya xwe. Dema Şerê Cîhanî yê Duyemîn de Holanda û Awûstralyan ew dera dagirkirin jî li Şerê şunda Portekîzan şinda saxa Tîmorê dest xwe xist. Di 1974an de Portekîzan dest bi vekêşandina giravê kir, di 28'ê sermawezê 1975an de jî temam kir.

Bi piştgirtiya Amerîka, ji bo Timor nê kava bandêriya komunîst Çînê, Endonezya di 7'ê berfanberê 1975an de êrîşa Tîmorê kir. Di pûşperê 1976an de wekî navçeya Endonezya bi navê Timor Timur hat dane zanîn. Gerîllayên Tîmora Rojhelat Falintil ji bo serxwebûne di 1975an de heta 1999 bi Endonezya re ceng kir. Dema Endonezya di Tîmora rojhilat de bû ser 100,000 kesan re mirov hat kuştîn an jî di nexweşî û birçîtiyê de mir.

Paş di 1999an de Portekîz, Endonezya û DYA li hev hat şunda di 30'ê gelawêjê, 1999an de bi piştgirtiya UN li Tîmorê referandûm bû. Gel ji bo serxwebûnê deng da. Lê ji bo nevbara Endonezya û gerîllayê Tîmor de ceng dewam dikir dijwarên ji bo aşitiyê ji aliya UN de hat şandina Tîmora Rojhelat. 20'ê gulanê, 2002an de dewlet serxebû û di 27' rezberê de jî bû endama UN.

[biguherîne] Gel

Nifûsa Tîmora Rojhelat dora milonek kes e. Gelê xwe bi gelemperî Malayo-Polynesîan ne, lê li Tîmora Rojhelat 15 etnîka ciyawazî hêne. Malayo-Polynesîanan koma herî mezin bi 100,000 kesî Tetun(Tetum) in. Li wan şunda bi 80,000 î Mambae, bi 63,000 î Tukudede, bi 50,000 î Galolî, Kemak, bi 20,000 Baîkeno tên. Li wan bêtir Melanazî(melanasish) jî bi 50,000 Bunak, bi 30,000 Fataluku, bi 70,000-100,00 Makasae hêne. Li Tîmora Rojhelat bi gelemperî zimanê Tetum tê axaftin. Portekîzî jî zimanê fermiya jî encax bi %10an gel tê axaftin. Li Tetum bêtir ew 15 zimanan din jî, zimanên netewî tê nas kirin; Wetar, Atoin Meto, Bekais, Bunak, Fataluku, Galoli, Habun, Idalaka, Kawaimina, Kemak, Makuva, Makalero, Makasae, Mambai û Tokodede.

[biguherîne] Ol

Gelê Tîmora Rojhelat bi %95an gel Xrîstiyan in. Li wan jî %92an xwe Katolîk, %3an xwe jî Protestan in. Li xristîyaniyê bêtir misilman(%5), Hîndu û Budî jî hêne.

[biguherîne] Dirav

Dirava Tîmora rojhilat ocaxa 2000an de Dolara Emerîka ye. Bi Dolara Emerîka va di 2003an de dirava xwe Centavo-Münzen jî tê bikaranin. Lê ew tenê bi parê hesin tê bikaranîn, banknota Centavo-Münzen tune.

[biguherîne] Girêdanên derve

Commons Li Wikimedia Commons medyayên di warê Tîmora Rojhilat de hene.

Amûrên kesane
Valahiya nav
Çalakî
Navîgasyon
Beşdarî
Qutiya amûran
Zimanên din