Teha Kerîmî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Teha Kerîmî
Jidayikbûn1976 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin29 gulan 2013 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
  • Senaryonivîs li ser wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Teha Kerîmî (bi tîpguhêziya latînî ji alfabeya erebî: Taha Karimi) sînemakar û derhênerekî kurd bû ku di sala 1976an de li bajarê Baneyê li rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye.[1]

Kurtefîlmên Teha Kerîmî di gelek fîlmefestîvalan de hatine pêşandan, li Berlîn û Ourense (Galîsya, Spanya) û Goa (Hindistan) û Londonê û sînemakarê kurd tê de bi xelatên cuda cuda hatiye xelatkirin.

Derhêner Teha Kerîmî di 29ê gulana 2013an de bi sedema rûdaneke hatûçûnê (trafîkê) li bajarê Silêmaniyê jiyana xwe ji dest da û termê wî li goristana Silêmaniyê hate veşartin.

Di Duyem Fîlmefestîvala Dihokê ya Navdewletî ya îsal (9-16 çiriya pêşîn a 2013an) de du fîlmên sînemakarê wexerkirî dê bi awayekî taybet bên pêşandan: Çiyayên Spî (White Mountain) û Hezar û yek sêv (1001 Apples).

Fîlmografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Köstanî Spî (Çiyayê Spî, White Mountain), 2006.
  • Tewt, şerpencey şarekeman û Nan u tewt, 2008
  • Köstanî Qendil (Çiyayê Qendîl, The Qandil Mountains), 2010
  • Min bekirêgîrawêkî spîm (I am a White Mercenary), 2012.
  • Hezar u yek Sêw (Hezar û yek sêv, 1001 Apples), 2013

Xelat[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]