Tepetep

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Tepetep navê kufteyeke pêjgeha kurd e. Ji parêzgeha Bidlîsê belav bûye lê îro bêhtir li Sêrt, Amed, Wan û Dîlokê tê xwarin.

Berkelî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 1 SA (stekana-qedeha avê) girara hûrik (savara hûrik) a bo kufteyê
  • 25 gr goştê kişandî yê cîgerê
  • 25 gr goştê kişandî yê pişikê
  • 25 gr goştê kişandî yê dilê
  • 1 SA girara hûrik an ardika hûrik
  • 1 KŞ (kevçiyê şîraniyê) mergeya fringiyê (salçeya bacanê sor)
  • 1 KŞ mergeya îsotê
  • 1 KŞ xwê
  • 1 KŞ îsota sor
  • 1 KŞ îsota reş
  • 4 KX (kevçiyê xwarinê) rûn

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girara kufteyê û girara hûrik (an ardika hûrik) bi 1 SA avê şil bikin, ser wê por bikin, heger di badiyê de devanga wê, heger di quşxaneyê de ye derxûnê bigirin. We dît poxpoxî bûye (werimiye, bel bûye) melzemeyên xwe (berkelî) tevlî bikin. Heya bi hev ve zeliqî bistrên.

Gilolikên (kufteyên hûrik) bi qasî gûzekê amade bikin. Di nava ava şor de bixaşînin, li binikên servîsê parve bikin. Rûnê xwe biqijilînin, îsota sor (pûlpelî, tûj) biqelînin (baldar bin bila neşewite) û berdin ser kufteyan.