Terîqeta Sefewiye

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Terîqeta Sefewiye, ji aliyê Şêx Sefiyedînê Erdebîlî li ser bingeha terîqeta Zahidiye hatiye avakirin. Ev terîqet li Îranê di navbera sedsalên çardeh û pazdehan de xwedî hêzeke bilind bû. Ji bo geşbûna dewleta Sefewî vê terîqetê roleke girîng leyist. Erdebîlî li Erdebîlê mezin bû ye. Piştî çûye Şîraz û Gîlanê. Li Gîlanê bûye mirîdê Zahid Gîlanî. Piştî mirina Gîlanî, Erdebîlî bû rêberê terîqeta Zahidiye û piştî vê bûyerê terîqet bi navê Sefewiye hat binavkirin. Piştî mirina Şêx Erdebîlî (1334), kurê wî Sedredîn Mûsa bûye rêberê terîqetê. Di vê demê de hêza terîqetê bilindtir bûye. Tê gotin ku her sal padîşahên Osmanî ji Şêx Mûsa re xelat dişandin.[1]

Piştî mirina Şêx Mûsa (1392) Eledîn Elî dibe rêber û tê gotin ku di dema wî de bi alîkariya Tîmûrleng Êzîdiyên Şamê hatine qetilkirin û gelek bendeyên Tîmûrleng ji Anatolyayê anîn mîna mirîdan teslîmî Sefewiyan kiriye.[2] Piştre Şêx Cûneyd bû ye rêber. Di dema wî de gelek misilman bûne şîa. Wan mirovan komên sor dikirine serê xwe. Lewma ji wan re kumsor dihat gotin. Di vê demê de terîqet bûye xwediyê hêza leşkerî. Di dema Şêx Heydar de li dijî filehên Gurcistanê cîhad tê îlankirin. Şah Îsmaîl neviyê Şêx Heydar e. Di dema Şah Îsmaîl de vê terîqetê rêberiya dewleta Sefewî kiriye.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Walter HİNZ, Uzun Hasan Ve Şeyh Cüneyt, XV. Yüzyılda İran’ın Milli Bir Devlet Haline Yükselişi, TTK yay., s. 7
  2. ^ Walter HİNZ, Uzun Hasan Ve Şeyh Cüneyt, XV. Yüzyılda İran’ın Milli Bir Devlet Haline Yükselişi, TTK yay., s. 9