Tevineka serrûyî a henaseyî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Wêneya Tevineka serrûyî a henaseyî bi rêya hûrbîna elektronî

Tevineka serrûyî a henaseyî (bi inglîzî: Respiratory epithelium) tevinekek taybet ya ku dîwarê hindirrî rêyên henaseyê dadigire. Ew ne bo veguhastina gazên henaseyê lê bo pakkirina keşê ye.

Pêkhatin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tevineka serrûyî a henaseyî ew e, tevinekeke serrûyî ya pirrqorra bilind û bi bijang (cilium) e. Di nav şanên serrûyî tek bi tek qedehşane (Goblet cell) hene. Qedehşane 15-20% ji serrûyê tevinka serrûyî a henaseyî dike û ew gilêz (mucus) derdirije. Di bin tevinekê de betana bingehî (basal membrane) heye.

Erk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tevineka serrûyî a henaseyî keş şil û pak dike. bijangên şaneyên serrûyî dilivin wek pêlan û qirêjên ku bi ber dikevin ligel gilêz ji hindirrî pişikê derdixin derve ber bi gewrîyê ve. Gilêz bo parastinê girîng e, ji bo ku IgA û keristeyên hûrjînewerdij tê de heye.

Peydabûn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tevineka serrûyî a henaseyî li ev beşan peyda dibe: