Tewrat

Ji Wîkîpediya
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Tewrat
Xwendina tewratê li gorî sefardiyan

Tewrat (bi îbranî: תּוֹרָה, torah) pirtûkeke pîroz ya cihûyan e.

Bi zimanê îbranî navê her pênc pirtûkên pêşî yên Peymana Kevin bi hev re Tewrat (yanî "hîndarî") e. Navê wan pênc kitêban jî ev in:

  1. Destpêkirin (Genesîs)
  2. Derketin an kiteba Derketina Îsraêlê ji Misrê (Eksodus)
  3. Qanûna Kahîntiyê an Kitêba Lêwiyan (Levîtîkus)
  4. Hijmartin an kitêba Hijmartinê (Numerî)
  5. Dubarekirina Şerîetê an kitêba Vegerandin li Qanûnê (Deuteronom)

Di Tewratê de li ser afirandina dinyayê û li ser serhatiyên Adem, Qabîl û Habîl, Nûh, Îbrahîm, Îshaq, Îsmaîl, Ya’qûb, Esaw, Yûsif, Mûsa, Harûn û Meryemê tê gotin.

Ji bo Tewrat, Zebûr û Kitêbên Pêxemberan, bi hevre "Peymana Kevin" tê gotin. Berî Zayînê di sedsaliya 14'an de dest bi nivîsandina wan hatiye kirin û ev yek kêm û zêde 700 salan dewam kiriye.

[biguherîne] Girêdanên derve

Amûrên kesane
Valahiya nav
Çalakî
Navîgasyon
Beşdarî
Qutiya amûran
Zimanên din