Theodor W. Hänsch

Ji Wîkîpediya
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Theodor Hänsch

Theodor Wolfgang Hänsch, bi kurtî Ted Hänsch, (* 30'ê kewçêrê 1941 li Heidelberg) fîzîknas û gerînendeyê Max-Planck-Institut bo optîka qûantan a li Garching a li cem Münchenê ye.

Sala 2005'î bi tevî John L. Hall û Roy J. Glauber (herdu jî DYAyî ne) Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye.

[biguherîne] Jînenîgarî

Sala 1969'î li zanîngeha Ruprecht-Karls-Universität Heidelbergê perwerdeya xwe bidawîdike. Doktoraya xwe li ser bandora du kanên lazerê ya li ser atomên neonê dide. Di akademiyeke bo NATOyê de dixebite. Li DYAyê li ser fîzîka lazeran dixebite û lêkolînan dike. Endamê akademiya zanistiyê ya Bayern e. Herwekî endamê gelek akademiyên matematîk û zanînên xwezayî ye.

[biguherîne] Xebat û girîngî

Di ciwaniya xwe de bala xwe dabûye fîzîka lazeran û qûantan. Li pîvandina tîrêj û bandora lazeran geriyaye û spektroskopiya lazerê bipêşxistiye. Li ser cemedkirina lazerî, neutron û protonan jî lêkolînên wî gelek in.

[biguherîne] Xelat û paye

Amûrên kesane
Valahiya nav
Çalakî
Navîgasyon
Beşdarî
Qutiya amûran
Zimanên din