Therion

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Koma Therion, sal 2007
Koma Therion li ser dikê

Therion (ji yewnanî: θηρίον, tê wateya ajal, cinawir) komeke swêdî ya muzîka Symphonic Metal (Senfonîk Metal) e û di sala 1998'an de ji aliyê Christofer Johnsson (gîtarîst, berê E-Bass dileyst) ve bi navê Megatherion hate avakirin. Ev kom ji pirraniya endamên koma wî ya kevn a bi navê Blitzkrieg (1987) pêk hat.

Navê komê to mega therion (το μέγα θηρίον) yewnanî ye, tê wateya 'ajala mezin/cinawirê mezin' û ji Pirtûka Pîroz a Yûhenna hatiye wergirtin. Lê pistî demeke kurt ev nav weke Therion hate kurtkirin.

Stîla komê di salên destpêkê de weke Death Metal kare bê bi nav kirin, lê bi guhertina navê stîl jî guherî û Therion êdî giraniyê da stîla Symphonic Metal'ê. Strana 'Theli' yekemîn strana bi stîla nû ya komê ye û weke destnîsana vê guhertinê kare bê qebûl kirin.

Yek ji sedemên guhertina stîlê ev e ku endamên komê pir caran hatin guhertin, digel vê yekê sembiyozek di nava muzîka metal û muzîka klasîk pêk hat. Di vê derbarê de Christofer Johnsson anî ziman ku bandora Richard Wagner û koma Slayer (bi taybetî strana wan a Reign in Blood) pir mezin bûye.[1].

Pirraniya gotinên stranan ji aliyê Thomas Karlsson hatine nivîsandin. Thomas Karlsson di heman demê de damezrînerê terîqeta Dragon Rouge (Ejderhayê sor). Hêjayî gotinê ye ku Johnsson jî endamê vê terîqatê ye.

Strana Melek Taus[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Yek ji stranên herî balkês strana wan a bi navê Melek Taus e. Ji nav û gotinên stranê tê fehm kirin ku ew ji ola êzîdîtiyê îlham stendine. Wek pirraniya stranên komê, ev stran jî dikeve nava Symphonic Metal'ê û xwediyê beşên tarî ye. Gotinên stranê Melek Tawisê weke melekeke tarî pîroz dike. Herwiha, di stranê de hevokeke kurdî jî tê xwendin û di gotinên fermî yên stranê de ev hevok wiha derbas dibe:

Wergera kurdî ya stranê wiha ye:

Bifire, cûka mezin - bifire berve rojê!
Mûyên te û tac, navnîsanên hêza te, Taus, di bazdayîna pistgirên te de
Zarokên Azraîlê - weke lader sûcdarkirî (ne)
Lê ew ji aliyê Mele al Kawat pîroz kirî ne, bêje ka bila Sanjak (Sanyak?) bibe mêvanê kê?

Melek Taus

Sêx Adî, Yezî - bêjin Hol Hola!
Rêber tawis li vir e, keyê maran wê rabe.

Heft melek, heft seih (?)- li ser ciyayê Lalis li bendê ne
Heya ew roja ku bibihîsin tu bilêvdikî: "As behre Azide Sarum" (?)
Bibihîsin, rêber tawis radigihîne: "Navê min ê veşartî nebêjin!
Ez hebûm, heme û wê bêdawî hebim...hûn min wek Melek Tawis bizanibin"

Therion - Melek Taus

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Zoltán Koncsok: Christofer Johnsson (Therion).

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]