Kaniya Xezalan
| Navçeya Kaniya Xezalanê Akçakale |
|
|
Cihê Tilebyadê di parêzgeha Rihayê de
|
|
|
|
|
| Welat | Bakurê Kurdistanê |
|---|---|
| Dûgel | Tirkiye |
| Parêzgeh | Riha (parêzgeh) |
| Serbajar | Kaniya Xezalan |
| Qeymeqam | Şefik Aygöl |
|
|
|
| Hejmara bajarokan | 2 bajarok |
| Hejmara gundan | 86 gund |
|
|
|
| Gelhe (2008) | 82.093[1] kes |
| Rûerd | 691 km2 |
| Berbelavî | 118,8 kes/km2 |
| Bajarê navendî | |
| Koordînat | 36°42′47″Bk 38°56′54″Rh / 36.71306°Bk 38.94833°Rh |
| Gelhe (2008) | 24.890 kes |
| Bilindayî | 360 m |
| Koda postayê | 63500 |
| Koda telefonê | (+90) 414 |
Kaniya Xezalan an jî Tilebyad (tr: Akçakale) yek ji navçeyên Rihayê ye. Xwedî dîrokeke kevn e.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Erdnîgarî
Rûber 1.248 km², bilindahî ji rûyê avê 385 m ye. 52 km ji Rihayê dûr e.
Li rojhilatê Ceylanpınar û Wêranşar, li rojavayê Pirsûs, li bakûrê Riha û Harran, li basûrê jî Sûriye hene. Ji navenda Rihayê 52 km dûr e. Li rojhilat û rojhilata xwe de ciya peyda bin jî, bi gelemperî xwediyê destekî mezin û duz e. Mezinahiya xwe ji rojhilatê heta rojavayê 85km, ji bakûrê heta basûrê 28 km ye.
Havînên xwe germ û hiskî, zivistanên xwe jî bizare derbas dibin.
[biguherîne] Dîrok
900 salan berî Îsa Kaniya Xezalan di bin hekîmiyeta Asûran bû û 600 salan berî Îsa kete bin destê Med û Farisan. Herêm 550 salan berî Îsa ji aliyê qraliyeta Makedonan ve tê bi rê ve birin. Heta belawbûna Îslamê di vê herêmê de Seleukosan, Qraliyeta Edessa, Romayiyan, Bîzantînan û Sasanînan mijûl bûne. Di sala 640an de ji aiyê Artêşa Şamî ve, di 661an de jî ji aliyê Emewiyan hatiye bidestxistin. Pistî Emewiyan Abbasiyan hatine vê herêmê û ev herêm pistrev ji aliyê Selçukiyan ve atiye fethkirin.
Di sala 1144an de Zengiyên Rihayî têdikevine vê herêmê û herêm girêdayî Mosûlê dibe. Pistrev Eyyûbî û Selçukiyên Anatolyê vê herêmê bi hev re parkirine. Di sala 1244an de Tataran, 1260an de jî Moxolan vê herêmê tehrîp kirine.
Pistî Yekemîn Sera Cihanê dibe digel Tirkiye û di sala 1987an de dibe navceyeka Rihayê.
[biguherîne] Demografî
Gorî hejmartinên fermî yên sala 2000´î hejmara niştecihên navendê 32.114 û bi giştî jî 77.261 e. 1 şaredarî, 1 nehiye, 87 gund û 160 mezreyê wê hene.
Pirraniya mezreyan ji aliyê dewletê ve hatine rûxandin an valakirin. Gelê herêmê gelek xizan e. Aboriya xwe bi xebata pembo, çandinî û xwedîkirina ajalan dikin. Riya pirraniya gund û mezreyan nîne. Herwekî elektrîk, bijîşk, av, dibistan jî kêm in û gel gazindar e.
[biguherîne] Çavkanî
37°42′47″Bk 38°56′54″Rh / 37.71306°Bk 38.94833°Rh
|
|||||||