Tirşîn
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Tirşîn, tirşî awayekê parastina sebze û fêkiyan e. Di pêjgeha kurd de cihekê wê yê girîng heye. Li Asya û Ewropayê gelek cureyên wê tên xwarin. Ji kurdan derbasê tirkan jî bûye ku bi tirkî dibêjin turşu.
Sebze û fêkî di nava şoriyê de tên sekinandin û ev rêbaza han mejûyê bikaranînê dirêj dike. Ji demên pirr berê ve ev teknîk hatiye bikaranîn ku mirov bikaribin zivistanê jî fêkî û sebzeyan bixwin.
Di dema nûjen de ji ber ku sarincok (sarinc, dolab, sarker) hene êdî ne ji bo dirêjkirina mejûyê bikaranînê, bo daxwazê tirşîn tên çêkirin.
Tirşînên sereke yên pêjgeha kurd[biguherîne]
- Tirşîna bejikê (qitî, qîtik, şarax, kilyar, omidî, acûr, tehlîşk hwd gelek binavkirinên bejikê hene)
- Tirşîna şêlimê
- Tirşîna zerdeyê
- Tirşîna têkelav (di têkelê de gizêr, fringî hwd gelek riwek hene)
- Tirşîna arûyê (xiyar, cehîk, xirtik)
- Tirşîna kelema sor
Sebze û fêkiyên sereke yên tirşînê[biguherîne]
- Arûf (xiyar)
- Kelem
- Firengê heşîn
- Lîmon
- Bexdenûs
- Hêliz (şêwit)
- Pelên defneyê (qarê)
- Îsot
- Bihok
- Alû (hilû, alûce)
- Sîr
- Sêv
- Gizêr
Tirşîna Îdirê navdar e. Herwiha li Amed û Rihayê jî tirşînên gelek bitehm tên xwarin.