Tirşîna şêlimê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Tirşîna şêlimê di nava tirşînên sereke yên pêjgeha kurd de cihê xwe digire. Ji şêlimê re herwiha binerd, şelxam jî dibêjin. Li herêmên Kurdistanê heman cureyên tirşînê tên xwarin.

Berkeliya tirşîna şêlimê ya Zaxoyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 1 serî şêlim
  • 2 bazûya xav (dîw, silka biyanî)
  • 2 pelê kelemê
  • Xwê
  • Li ser daxwazê lîmon an biharbêhn

Amadekirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şêliman baş bişon, pakij bikin, bikin du qet. Avê û xwê berdin serê û di germiya 7-8 pileyê de bidin rawestandin. Çend rojan bê rawestandin, li ser daxwazê ye. Tirşîn zû werin vekirin, tehmê nadin.

Divê xwêya wê ne kêm ne jî zêde be. Hostatiya tirşînçêkeriyê di xwê de ye. Bo 1 lt avê 80 gr xwê (solin) îdeal e. Heger xwê kêm be rê dide ku hin bakterî tê de bijîn. Heger zêde be jî şor dibe.