Tirşîna kelema sor

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Tirşîna kelema sor ji tirşînên sereke yên pêjgeha kurd e. Kurd pirranî kelema spî bikartînin lê heger di malê de kelema sor hebe, ji ya spî tercîh dikin.

Berkeliya (melzemeyê) tirşîna kelema sor[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Ava 1/2 lîmonê, ango nîv lîmonê
  • Xwê (solin)
  • 3 dd (dendik) sîr
  • 1/4 SA (stekana-qedeha avê) sirke
  • 1 serî kelema sor (bila biçûk be, ne pirr mezin be)
  • 1/2 kg fringî (bacanê sor, tomatos)
  • 4-6 heb îsota dirêj a tûj (kesên madeya wan dişewitin an nikarin bixwin, dikarin îsota dirêj a ne tûj/no jî bikarbînin)

Dagirtina wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kelemê hûrik hûrik hûr bikin, bi 2 SA avê nîvco bixaşînin. Kelema nîvcoxaşiyaye bikin badiyeke kûr an teşteke biçûk, bihêlin bila sar bibe. Ava wê nerijînin.

Sîr, îsota dirêj (dikarin dedindikên wê derînin, bi kêfa xwe ne) û fringiyan li makîneyê bidin. Sirke û ava lîmonê berdin serê û tevlî kelemê bikin.

Baldarî: Baştir e hîn vê tirşînê di nava hefteyekê bixwin. Ev ne terîfeya standard e. Hûn dikarin hin bihabêhnan tevlî bikin an lê kêm-zêde bikin.