Tirşo
Ji Wîkîpediya
Tirşo (Rumex acetosella ji malbata Rumex), navê pincarek e biharê ye. Li Kurdistanê gelek tê dîtin û gelek cureyên wê hene. Pincareke tirş e. Li hin deverên Kurdistanê jê re kerika berxê, tirşikê zerecan, sêxaşik, tirşoya nalik jî dibêjin. Di rastiyê de evana hemî cureyên tirşoyê ne.
[biguherîne] Cureyên wê yên bingehîn (di zanistiyê de)
- Rumex angiocarpus, 2n = 14 (dîploîd)
- Rumex tenuifolius, 2n = 28 (tetraploîd)
- Rumex acetosella, 2n = 42 (heksaploîd)
- Rumex graminifolius, 2n = 56 (oktoploîd)
[biguherîne]
Mixabin li ser picarên Kurdistanê kesê xebat nekiriye. Kîjan cure bi di zanistiyê de bi kîjan navê tê binavkirin, nayê zanîn.
- Tirşoya zerecan, tirşoya zozanan
- Sêxaşik (tirşo): Kêm pelgên wê hene, li cihên kêmavî û hişk tên dîtin, tehma wê hinekê tal e lê hin kes bi taybetî li wan digerin).
- Tirşoya çivîkan (çûçikan, balindeyan, pelgên wê gelek hûrik in, bi qasî nikulê balindeyan in)
- Tirşoya berxikan (tirşoya xweşik, tirşoya bêrîvanan)
- Tirşoya ga (xelk naxwin lê li hin deveran dixaşînin, darikên wê wekî mûzan dişelînin, dixwin)
- Tirşoya nalî (tirşoya nalik, tirşoya dişibe nalên/nehlên hespê)
- Tirşoya bejî (kovî)
Bihara Kurdistanê dixemilînin, zarok wê dikin nava nanên tenûrê, hinekê xwê (sol) pê werdikin dixwin. An bi sîrim an pincarekê din wekî simak/simaqê dixwin.
Di bijîşkiya gelêrî de bo saxkirina kunêran, pizikên mezin tê bikaranîn. Tirşoyê dikelînin didin ser birînê.