Tofana Nûh

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Tofan, tabloya wênekarê amerîkî John Martin (1834)

Tofana Nûh, ku tê gotin di dema Nûh de bûye ye. Ev mijara tofanê di pirtûkên pîroz de pirr hatiye ser ziman. Li ser tofanê, ku ji dema sumeriyan e, bineterek jî bi nivîskî bi rengê nivîsên bizmarî hat dîtin. Di wê de jî, behsa bûyîna tofanê dike. Lê tê bawerkirin ku ji wê bineterê jî, pirraniya agahiyên ku di pirtûkên pîroz de hatiye hildan.

Di nava zanyar û aliman de jî, li ser gotina "tofanê" pirr nîqaş bûna. Li ser wê nîqaş kirina ku ka tofan bûya û ankû nebûya. Di vê temenê de, li birhanan lê hatîya lêgerin. Hemû pirtûkên pîroz bahse bûyîna wê dikin. Lê zanistên roja me jî, bo wê li birhanan digerihin ku ka tofan ya û ankû nabûya û ku bûbê çawa bûya, li wê digerihin.

Li gorî ku bi efsaneya tofanê tê gotin ku ew a ku ´xwûdê bo ku mirovan bo gunehên ceza bike tofan kir. Hemû der û dever di bin avê de hişt." Bi tofanê re, hemû tişt û jîndayên li jîyanê li helekê çûn. Piştre, xwûdê cardin, jîyan li dunyê bicih kir û têgihiştina tofanê jî, di nava mirovan de were fêrekê bicih bikir ku lê biner in û êdî nekevina rêya şaş de." Di vê temenê de bahseka wê heya. Ev rengê vegotinê, di pirtûkên pîroz de jî bicih bûya. Pêxemberê ku di wê demê de jîya Nebî Nûh a. Nûh, Î ro jî, ku hê jî tirba wî dimêne li kurdistanê li Cizîra bota ya.

Efsaneya tofanê, weke efsaneyak bingihîn a. BI wê re bahse "Keştiya Nûh" tê kirin. Di dema ku tofan rabû, Nûh bi fermane xwûdê ew kestîya xwe çê kir û tişt, jînda û jîyanên ku wê ji tofanê bên xilaskirin ku li ber helekê neçin, wê têde bicih kiriban. ..

Di kurdî de gotina tofanê[biguherîne]

Di kurdî de bi nav û wate baûbahoz. Baûbahoz, dema ku bi hatina ba re ku baran jî barî û hemû tişt û jîyan di bin xwe de hişt ji wê re tê gotin. Lê ev gotin, bi gelek wateyên din jî hatîya bi navkirin û hatîya ser ziman.

Tirba Nebî Nûh li Cizîra Botanê ya[biguherîne]

Nûh, navê wî wateya wê di kurdî de ew ku ya "", "nûh" û hwd a. Yanî bi navê wate wê bahse tiştekî nû ku bûyî û ankû afirî dibe. Bahse wê kêlîka ku têde tê jîyîn jî dike. Nûh, di weke ´nebî´yekê tê bi nav kirin. Nûh, bixwe jî ji Cizîra bota ya. Tirba wî ku heta roja me jî hatîya parastin û li Cizîra Bota bota ya. Ji ber vê yekê jî, hertimî Cizîra Bota, weke navendeka olî û dîrokî a şariştanî jî bûya û rol leyistiya.

Li ser bûyina tofana Nûh, li dor û serê çiyayê Çûdê bixwe jî, berî serdema me jî, li ser tofanî li vê çiyayê kurdistanê lêkolîn jî hatina kirin û heta ku hatîya ku gotin di serdema navîn oldarna dema ku lêkolîn kirina, rastî birhanên bûyîna tofanî hatina û rastî qatên ji keşîtya Nûh jî hatina. Weke Çiyayê Cûdî, ku li kurdistanê ya, çîyayê Araretê jî weke cihekî ku navê wê bi tofane nûh re bûhûrtîya.

Destana Gilgamêş de bahse navê Utnapîştim di buhurê û ew weke Nûh tê binavkirin. Gilgamêş bixwe jî, keyê bajar-welatê Urûkê ya û ev bajar-welat jî di wê xate di nava Dîcle û Firatê de ya. Yanî, ew herême ku bajar-welat lê ya, ne dûrî herêma çiyayê Cûdî ya. Ev jî, hemû bal û heyan dide li ser wir û dora Cizîra Bota. Bûyîna Tirba Nebî Nûh ya li Cizîra Botan, weke nîşanaka wê ya ku hemû tişt li dora Cizîra Botan li ber çemê Dîcle qawimî ya.

Çavkanî[biguherîne]