Topal Osman

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Topal Osman
Jidayikbûn1883 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Giresun Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin2 nîsan 1923 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Enqere Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema mirinêDecapitation li ser wîkîdaneyê biguhêre(Mêrkujî)
Cihê goristanêGiresun Castle Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîÎmperatoriya Osmanî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Topal Osman an jî Yarbay Topal Osman Ağa (jdb. sala 1883 li Giresunê, Împeratoriya Osmanî - m. 2'ê avrêlê 1923, Enqere, Rêvebirina Enqere) yek ji xwînrêjên mezin ên di dawiya osmanî û damezrandina Komara Tirkiyê de xwedî erkên mezin e.

Têkiliya wî bi serokê tevgera netewî ya Tirk Mustafa Kemal Atatürk re çêdibe û heya dawiya jiyana xwe di bin fermandariya Atatürk de dixebite. Beriya ku bi Atatürk re bixebite, di bin fermandariya Talat Paşa de di Komkujiya Ermeniyan de cihdigire. Herwekî fermandariya Komkujiya Pontûs û Grekan ên ku li Anatoliya mane dike. Bi hezaran Pontûsan dikuje.

Topal Osman di Komkujiya Qoçgirîyê de jî cihdigire. Bi hezaran Kurdên bêguneh dikuje. Serê serokên tevgera netewî ya Kurdan Elîşêr Beg û hevalên wî jêdike û ji Atatürk re diyarî dike. Topal Osman dibe navê hemî xirabiyan. Komara nû ya Tirk hemî karên xwe yî kirêt û tarî bi destê wî dike. Di 2'ê avrêla 1923'an de bi fermana Atatürk tê kuştin û meytê wî li baxçeyê qesra Çankaya ku niha serokkomarê Tirkiyê li wir e tê veşartin. Tê gotin ku Atatürk ji pêşketina wî tirsyaye.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gazî Osman Aga li Gîresûnê di malbateke tirk a eşîra Çepnî[1][2] de hatiye dinê. Di şerê Balkanan de wek dildar şer kir. Ji lingê xwe birîndar bû û nasnavê "Topal Osman" hatiye gotîn. Di Şerê Cîhanê yê Yekem de wî girtiyên berê li dora xwe civandin û xelkê Gîresûnê, bi taybetî Yewnan û Ermenî, lê tirkên ku diwêrîbûn dijberiya wî jî terorîze hati kir.

Topal Osman wek endamê Teşkilât-ı Mahsusa yek ji beşdarên sereke yên qirkirina Ermeniyan a li herêma Deryaya Reş bû.

Di sala 1920’an de Topal Osman di tepisandina Serhildana Qoçgiriyê de cih girt. Di 29ê cotmehê de, hêzên neqanûnî yên di bin serokatiya Osman de ji bo parastina mala Mustafa Kemal Atatürk hatin erkdarkirin. Topal Osman fermandarê wan bû. Osman di 27ê Adara 1923an de parlamenter Alî Şukru Bey revand û qetil kir. Osman Elî Şukru vexwendibû û di rê de ew xeniqandibû. Şukru li nêzî mala Osman a bi navê Papaz Bagî li quntara Çankayayê hat definkirin. Mustafa Kemal ferman da Serfermandarê Meclîsa Milî Îsmaîl Hakkî ku Osman bê girtin. Osman Aga bi leşkerên xwe re li mala wî barîkat kir. Di dema dorpêçê de leşkerek hate kuştin. Cerdevan bi ser malê de girt û gelek endamên tabloya Osman kuştin û Osman jî bi giranî birîndar kir. Cenazeyê wî li ber avahiya Meclîsê hate daliqandin, piştre derbasî Gîresûnê hate kirin û li wir hate definkirin.[3]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Topal Osman Ağa kimdir, ne zaman, nasıl öldü? Topal Osman hayatı ile ilgili bilgiler…". CNN TÜRK (bi tirkî). Roja gihiştinê 30 îlon 2022.
  2. ^ "TOPAL OSMAN". TDV İslâm Ansiklopedisi (bi tirkî). Roja gihiştinê 30 îlon 2022.
  3. ^ "Topal Osman kimdir? Topal Osman Ağa nasıl öldü?". www.cumhuriyet.com.tr. Roja gihiştinê 30 îlon 2022.