Tramvay

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Bana kolanê li Innsbruck
Tramway li Nürnbergê 2007

Tramway, tram, tramwey, bana kolanê amyareke ragihandinê ye, pirranî bi elektrîkê dixebite. Li ser rêhesinê diajon lê hin cureyên nû hene ku li ser çerxe yan pêçkeyan diajon.

Ji bêjeya îngilîzî tramwayê navê xwe digire ku tê wateya, bana kolanê yan kolanban. Mirov dikare di kurdî wekî tram û K-Ban kurt bike. K-Ban anho kolanban, bana kolanê.

Hin avantajên wê hene, bo mînak di yek carê de dikare gelek rêwîyan rabigihîne û ji ber ku bi elektrîkê dixebite dûmanê dernayîne hww. Lê ji ber ku mecbûr in di ser banekê de herin, manewraya wê kêm e, di trafîkê de carnan dibe sedemê astengiyan.

Dîrok[biguherîne]

Yekem tramway di destpêka 1800'î de li Gdansk a Polandên hatiye bikaranîn. Ew tramway dbi werîsên hesinî dihatibûye kişandin. Li Almanya bajarê Dresdenê û li DYA bajarê San Franciscoyê bingeha tramwayan hatiye avêtin.

Yekem bana ragihandinê di sala 1832'yê de li New Yorkê, li taxa Harlemê hatiye danîn. Wê demê bi hespan dihate kişandin. Bi derketina motoran ve ew jî sûdê ji motorê werdigirin.

Li Kurdistanê rêhesin kêm in. Herwiha li bajaran jî ragihandin pirranî li ser otobusan e. Ev him dibe sedem ku hewa qirêj be, him biha ye, him jî pirrbûna amyaran jiyana bajaran dijwartir dike.

Galerî[biguherîne]