Tutankhamun

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Maskeya zêrîn a Tutankhamun

Tutankhamun ("Wêneya Zindî ya Amun" an "Bi Navê Şerefa Amun") yek ji desthilatdarên (firewûn) Misira Antîk (Kiptî ya Kevn, Egîpta Antîk) e. b.z. 1333-b.z.1323 desthilatdarî kiriye.

Navê wî yê berê Tutankhaton bûye. Bi keça damezrênerê dîn yekxwedayî Aton, Amenotep ê IV re zewiciye û piştî xezûrê xwe derketiye ser text. Bi bandor û berxwedana olperestên ola kevn Amun navê xwe kiriye Tutankhamun û dawî li ola Aton aniye. Di dema desthilatdariya wî de bûyerên girîng nebûne, di aramiyê de derbasbûye. Piştî mirina wî ya di temenekê ciwan de, şerê navdar ê di navbera Misirî û Hethîtan de pêk hatiye, ango Şerê Kadeşê bûye.

Goristana Tutankhamun ji aliyê arkeologê Brîtanî Lord Carnarvon ve di sala 1922an de hatiye dîtin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]