Umîd Demîrhan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Umîd Demîrhan
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Umîd Demîrhan (bi tirkî: Ümit Demirhan) nivîskarekî kurd e.

Li gundê Noreşîna Bazîdê hatiye dinyayê û hêj jî li wir dijî. Perwerdeya zimanê erebî li Misirê dîtiye û huqûq jî li Sûdanê xwendiye. Di Medreseya Kesk a Bazîdê de gerînendetî û seydatî kiriye.

Ji dibistana kurdî a Stembolê bawernameya mamostetiya zimanê kurdî wergirtiye. Erebî, farisî û înglîzî dizane û karê wergeriyê dike.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ferhenga Destî ya Umîd Demîrhan

Pirtûk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Ferhenga Destî -kurdî bi kurdî- çapa yekem, weşanên Nûbiharê, Stembol, 2006.
  • Ferhenga Destî -kurdî bi kurdî- çapa duyem a berfireh, weşanên SEWADê, Bazîd, 2007.

Werger[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Dicle Operasyonu (bi tirkî), ji Rizgar Muhemed, weşanên Dozê, Stembol, 2007.
  • Melayê Cizîrî (bi tirkî), ji Xalid Muhemed, weşanên Hîvdayê, Stembol, 2008.