Umeye

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Mizgefta Umeyeyan li Şamê (Sûrî)

Umeye an Emewî (bi erebîالأمويون al-umawiyyūn ya bi erebîبنو أمية banū umayya, farsî: اموىان Emevîyan) xanêdaneke xelîfetîye, di navbera 660 de heta 750an xelîfetî kirî bû. Li pê Umeyeyan re xelîfetî derbaza ebasiyan bû bû.

خارطة الدولة الأموية.png

Muawiye û demezrandina Umeyeyan[biguherîne]

Muawiye di dema Umer de di 641an de derbaza parêzgeriya Sûrî bû bû. Kênge Usman hat kuştin Elî bin Ebî Talîb ji pê heterên re derbaza xelifetîye bû. Lê xelifetiya Elî ji aliya hinekan wek Muawiye hat neperijendin û Muawiye Elî ji kuştina Usman berpirsiyar dît û got ku hate kujtarê Usman nehate dîtîn ez bi Elî re bîat nekim. Bi dawî di 657an de navbera wan de Cenga Sifînê der ket. Di wê cengê de Hz. Elî Muawiye bin xist jî di Bûyera Kizirî de wek xelîfe neda zanîn. Misilman wek Şî û Sunî bûn du paran. Wê lihevnehatina heta Hz. Elî di 661an de ji aliya Xaricîyan hat kuştin dewam kir. Ji pê Hz. Elî hat kuştin re Muawiye bi gelemperî ji aliya misilmanan wek Xelîfe hat helbijertain û dewre Umeyeyan dest pê kir.

Muawiye di dema xwe de paytexte xelifetîye ji Medîne de bire Şam e. Muawiye di dema xwe de Xelifetî çerxa mîratîye kir û ji pê xwe re Yezîd I wek pêmavan diyar kir. Di dema Muawiye de dagir kirina xakên der dewam kir. Xakên li Anatoliya, Hindistan, Maxrêb û Spanyaya başûr hat dagir kirin. Di 680an de Muawiye mir.

Li mirina Muawiye şûnda Yezîd I di navbera 680 û 683an de xelifetî kir. Lê kengê Yezîd derbaza xelifetîye bû li hembera wî gelek serîhildan der ketin. Hisên, lawê biçûkê Elî bin Ebû Talîb jî hembera Yezîd derket. Di Cenga Kerbela 680 ji aliya hevelbandên vebirî bû.

Li pê mirina Yezîd I re lawê xwe Muawiye II derbaza xelifetîye bû. Lê xelifetiya wî encax saleke çû û pê wî re Ebdulmelik derbaza xelifetîye bû. Êdî ew vebirî bû ku xelifetî di malbata Umeyeyan de wek pêmavanê dewam dikir. Ji vê sedemê hinekan li Mekke Ebdullah bin Zubeyr wek xelîfe da zanîn. Di wê demê de nav misilmanan de cenga hundur der ket û encax di 692an de Ebdulmelik xelifetî dîsa di destên Umeyeyan de hîşt. Di wan demên cenga Hundir de Ebdullah bin Zubeyr Mekke dest xwe xistî bû û di 691an de Hec bimefer nebû. Ji wê sedemê Ebdulmelik li Orşelîme Qubet es-Sexre çêkir. Ji pê Ebdulmelik li hundur yekitî pêk anî re li der şunda dest bi dagir kirinan kir. Di 711an de rojhelata çemê Indus di 712an de Mewera en-Nehîr (Transoksiyana) hat dagir kirin. Li rojava jî di 711an de dagir kirina Endulus dest pê kir û heta sînorên Fransayê hat dagir kirin.

Di wan deman de Konstantinopolis çend caran hate dorpêç kirin di (668 - 669), (674-678), (717-718)an de sê caran ji aliya Ereban hatî bû dorpêç kirin.

Qubeya Sexre li Orşelîmê

Ruxîna xanêdan[biguherîne]

Di 718an de di pêşengiya Ebasiyande dijberiya Umeyeyan kom di bû. Wan navê xwe ji pismamê Mihemed pexember Ebas bin Ebdulmutelib de girtî bûn. Ji bo Umeyeyan ji Ereban re hewedarî dikir va dijberiya roj bi roj mezin dibû. Bi dawî di 747an de bi serdariya Ebû Muslim Ebasiyan bi serfirazî serîhilda û di 750an de Merwan II û hevalbendên xwe hat bin xistin û Xelifetî derbaza Ebasiyan bû.

Umeyeyên Endulusê[biguherîne]

Li pê binketina Ebasî yek ji mîrên Umeyeyan Ebdurehman II li ser Maxrêb re reviya Endulus û li wir di 756an de dewleta Ûmeyeyên Endulusê saz kir. Di 929an de Ebdurehman III xwe wek xelîfe da zanîn û vê xelifetîye heta 1031an dewam kir.

Binêhere[biguherîne]