Urduna Rojava

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Zer: Deverên ku di bin kontrol û kargera Filîstiniyan de(Qisim A, gorî Lihevhatina Osloyê),
Pembe: Deverên di bin kargeriya Filistîniyan û di bin kontrola Îsraîlê de (Qisim B)
Spî: Deverên di bin kontrol Û kargera Îsraîlê de (Qisim C)
Macenta: Deverên nişteciyên Îsraîlî lê dijîn.

Urduna Rojava (bi erebîالضفة الغربية, Îbrî: יהודה ושומרון) herêmeka li Rojhelata Navîn e. Rûerda wê dorê 5.800 km² e. Ew pê hilweşîna Împaratoriya Osmanî re di nav sînorên Mandata Gel a Filîstînê de dima. Wextê ku di sala 1947'an de bo parvekirina axên vê mandatê nîqaş hat kirin û Neteweyên Yekbuyî pêşniyara du dewletan kir dewletên Ereb va daxwaza qebûl nekirin û di dawiyê de pê danezanîna serxwebûnê Îsraîlê di 14'ê gulanê 1948'an re, Şera Ereban û Îsraîlê di sala 1948'an de meheya sermewazê de derket. Ew li wê şerê şunda Urdunê teva sînorên xwe kir û nav sînorên Urdunê de ma. Lê ji pê serketina Îsraîlê di Şerê Şeş Rojan virve ew ji hêla Îsraîlê tê karger kirin.

Sînor[biguherîne]

Urduna Rojava bi Urdun û Îsraîlê ve tê sînor kirin. Lê nêvbera Îsraîl û Ûrdûna roava tu sînorên net tune ne.

Ji pê lihevhatina Osloyê di sala 1993'an re Urduna Rojava hat kirine sê qisiman. Gorî vê sinif kirinê axên Urduna Roava wek sê tîpan hat sinifandin. Li van tîpa A ew derên ku lê Filîstînî dijîn û dura axên Îsraîlê temsîl dikir. Li van deverên ku dikevina sinifa A di bin kontrol û kargeriya Filîstînyan de ye. Deverên ku bi tîpa B tên temsîl kirin, dê ji hêla Filîstiniyan bê karger kirin, lê dê herwiha ji hêla Îsraîliyan jî bên kontrol kirin. Deverên ku bi tîpa C tê temsîl kirin jî dê ji hêla Îsraîliyan him bên kontrol kirin him jî bên karger kirin.

Gel[biguherîne]

Li Urdunê Rojava nêzî 2,5 kes dijiye. Li nav wan nêzî 275.000 Îsraîlî ne.