Vîştaspa

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Vîştaspa (bi yewnaniya kevn:Ὑστάσπης =Hystaspes, bi farsiya kevn:) satrapekî persî yê satrapiyên Persiya û Baxtriya bû. Herwiha ew bavê Daryûsê Mezin e. Navê bavê wî Arşama ye. Vîştaspa endamekî xanedana Hexamenîşiyan bû. Di dema Kambîz de satrapiya Persiya kiriye. Herwiha di şerê navbera Kûruşê Mezin û Masagetan de tê alîkariya Kûruş lê dîsa jî wî dişînin Persiyayê. Li gorî agahiyan ji bilî Daryûs, du kurên wî yên bi navên Artabanus û Artanes hebûn.[1] Navê Vîştaspa di nivîskên Bêstûnê de derbas dibe.[2]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Herod, i. 209, 210, iii. 70, iv. 83, vii. 224.
  2. ^ Wergera nivîskên Bêstûnê (bi îngilîzî), ji orîjînalê di 24 adar 2015 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 11 kanûna pêşîn 2011