Vajînît

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Vajînît (navê zanistî: vaginitis an kolpitis) yek ji nexweşiyên mîkrobîk ê bi jinan re ye.

Wekî ji navê wê kivşe ye, înfeksiyoneke vajînayê ye. Guhertinên hormonî, bikaranîna hin dermanan, jiyanên awarte, stres hwd dibin sedem ku dengeya asîdê li mûkozaya organên zayender xerabibin. Gelek cureyên îltehebê hene lê ya pirr tê dîtin, îlteheba ku bakteriya Candida albicans pêk tîne ye. Bakterî dikare bi riya têkiliya cinsî, oral hwd derbasî yekê din bibe. Hin caran cureyên antîbiyotîkan bikêrnayên. Jinên zêdekîloyî, diyabetîk û bicanî bêhtir di bin rîskê de ne.

Di pêderxistina nexweşiyê de hin pîvandinên pH pêwîst in. Gorî pêderxistinê rêbaza terapiyê tê amadekirin. Sîmptomên wê, xur, di têkiliya cinsî de êş û herik in.

Pirranî terapî bi antîbiyotîkan gengaz e. Jinên zewicî çêtir e, mêrê xwe jî bidin kontrolkirin. Hîjiyen pirr girîng e. Bikaranîna prezervatîvan, paqijiya destava mezin, bikaranîna binekincên hîjiyenîk hwd.