Gimgim

Ji Wîkîpediya
(ji Varto hate beralîkirin)
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Navçeya Gimgimê
Varto
Navçe
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Mûş (parêzgeh)
Serbajar Gimgim
Qeymeqam Ahmet Günaydın

Hejmara nahiyan 3 nahiye
Hejmara taxan 7 tax
Hejmara gundan 93[1] gund
Hejmara mezran 50 mezre

Gelhe (2010) 33.776[2] kes
Rûerd 1.418 km2
Berbelavî 24 kes/km2
Bajarê navendî
Koordînat 39°10′20″Bk 41°27′18″Rh / 39.17222°Bk 41.455°Rh / 39.17222; 41.455
Gelhe (2010) 9.746 kes
Bilindayî 1.520 m
Koda postayê 49600
Koda telefonê (+90) 436
Gimgim is located in Tirkiye
Gimgim

Gimgim navê navenda Varto ye. Tirkan ev nav neguherîne. Varto li bakurrojhilatê Mûşê dikeve û navçeyeke Mûşê ye. Li bakurê Gimgimê Erzerom, li rojava Çewlîg (Bîngol), li rojhilat Kop (Bûlanik) û li başûr jî Çiyayên Şerevdînê (Şerefdîn) hene.

Rûbera axa wê 1.418 km² ye û bilindahî li bakur, aliyê Çiyayê Bîngolê 3.000 m û li hêla Çiyayê Şerevdînê jî 2.300 m ye.

Tabloya Naverokê

[biguherîne] Wateya navê wê

Li ser bingeha navê Vartoyê zelalî nîne. Pirr kes di wê baweriyê de ne ku, ev nav ji Urartûyan tê. Beriya Terteleya Ermeniyan (1914-1915) çend gundên "filehan" jî li herêmê hebûne.

Bi navê Vartan êlek, eşîrek Kurd heye li Gimgimê. Hin ji malbatên wan li gundê Qeremêşê dijîn. Îhtîmal e ku navê xwe dave Vartoyê.

Angaşta duyemîn navê Vartoyê ji bêjeya Urartû derketiye lê Urartûyan bo xwe ev nav bikarneanîne. Pirraniya zanistan viya napejirînin.

Angaşta sêyemîn ji şibandina peyvan tê. Hin dîroknasên Ermeniyan li erdnîgariya Kurdistanê, li şibandina navan digerin. Peyvên kurdî heger bişibin ermenîkî (herdu ziman jî ji heman malbatê ne) dibêjin "ev berê cihê Ermeniyan bûye". Ev ne rêbazeke zanistî ye. Gorî îdîayê Varto ji bêjeya "vart" a ermenîkî tê, wateya wê jî gul e. Ango cihê gulan. Lê em dizanin avhewaya Serhedê çiyayî ye. Sar û ziwa ye û ti carê Varto nebûye wargehê gulan. Bêjeya "vart" herwiha di Pehlewiya kevn de jî cih digire û bi wateya gul e.

Bi texmînî koka navê Vartoyê ji bêjeya War=Wargeh=Zozanê tê. Çanda devkî ya herêmê de behsa du birayên bi navê Îno û Tato tê dikirin. Dibêjin ev bira bûne û ji parêzgeha Dêrsimê hatine. Mêrxas bûne. Îhtîmal e Vartoyê bingeha xwe ji "warê Tato" girtibe. Beriya sedsala 16. xelkê nedigotiye Varto, tenê Gimgim bikardianiye.

Êla Vartan jî dibe ku ji neviyên Tato bin an wextekê li navenda Vartoyê dijiyabûne û Varto di destê wan de bûye.

Dîsa navê "gimgim" gorî hin îdîayan, ji ber erdhejan derketiye. Di 31.05.1946´de bi hêza 5,7 erdhejek mezin li Gimgimê pêkhatiye û 839 kes mirine. 19.08.1966´de bi hêza 6,9 erdhej çêbûye û 2.394 kes jiyana xwe ji dest dane.

[biguherîne] Dîrok

Dîroka Gimgimê heya Mediyan aşkera bûye. Li Gimgimê bermahiyên serdema Urartûyan hene. Pers, Rom, Bîzansî, desthilatdarî kirine. Di navbera Keyaniya Îranê û Osmanîyan de gelek caran Gimgim cih guhêstiye.

Di Şerê Çaldiran a 1514 de, maye di destê Osmaniyan de. Mîrîtiyên Kurdistanê di karên xwe yên navxweyî de azad bûne di dema Osmaniyan de. Di Serhildana Şêx Seîd de, Gimgim xwedî roleke dîrokî ye. Bi qasî demeke kurt be jî Varto azadî tehm kiriye. Dîsa Varto di şerê netewî de bûye şahîdê lehengî û îxanetê. Li ser pira Evdirehmanpaşa ya di navbera Mûş û Vartoyê de Şêx Seîdê nemir dîl ketiye destê Dugela Tirk.

[biguherîne] Aborî

Hejmara niştecihên navenda Gimgimê niha zêde bûye. Aborî li ser xwedîkirina pez û dewar, firotina berhemên şîr e. Niştecihên Gimgimê bi zaraveyên kurmancî û kirdkî (kirmanckî, dimilkî yan zazakî) diaxivin. Di aliyê olî de [[sunnî û elewî ne. Li Gimgimê radeya perwerdehiyê bilind e. Niştecihên herêmê jiyaneke nûjen dijîn. Wextekê Gimgimiyan xwestin wekî kolxozên YKSSê hin fîrmayên herêmî ava bikin û tevahiya karê hilberîna berhemên şîr bi xwe bikin. Lewra fîrmayên Tirkan şîr bi erzanî dikirrîn û nedihîştin reqabet jî hebe. Dewletê nehîşt fîrmayên herêmî bikeve karê şîr. Bi gotineke din bi zanebûn gel xizan hîştin.

Van salên dawiyê bi mîkrokredîtan hinekan ji xwe re kewarên mozhinguvê kirrîn lê qedexeya zozazan, operasyonên leşkerî, şewitandina daristanan rê nade di wê de jî serketin hebe.

Gimgimiyan gelek koçber dane. Li Îzmîr, Stenbol, Almanya (bi giranî Berlin), Fransa (bi giranî Marseille) gelek Gimgimî dijîn. Ew ji Vartoyê re pere dişînin, an heger derfet bibînin bi havînan tên herêmê.

[biguherîne] Çand

Her sal li Girê Kox festîvalek tê lidarxistin. Herêma Vartoyê kaniya stran û govendên Serhedê ye. Leyîstika Çepkî navdar e.

[biguherîne] Wargehên balkêş

[biguherîne] Navdarên Gimgimê

[biguherîne] Çavkanî

[biguherîne] Girêdanên derve)


39°10′20″Bk 41°27′18″Rh / 39.17222°Bk 41.455°Rh / 39.17222; 41.455

Amûrên kesane
Valahiya nav
Çalakî
Navîgasyon
Beşdarî
Qutiya amûran
Zimanên din