Vasîlî Tredyakovskî
Vasîlî Kîrîlovîç Tredyakovskî (bi rûsî: Василий Кириллович Тредиаковский (Тредьяковский), Vasily Kirillovich Trediakovsky) di sala 1703'an de li Astraxanê di malbateke halxweş de hate dinyayê. Piçûktiya xwe de diçe medreseyê û pişt re jî diçe Fransayê ji bona ku xwendina xwe ya bilind li zanîngeha Sorbonê, bike. Sala 1730 de vedigere Rûsyayê. Di sala 1769'an de li Sankt Petersburgê miriye.
[biguherîne] Berhemên wî
Pirtûka bi navê Voyage de l'isle d'amour dinivîse û çap dike. Ev pirtûk ji du beşan pêk tê: beşa yekem ji wergera berhema nivîskarê firansî Paul Tallemant e û ya diduyan jî ji helbest devkî û yên evînê pêk tê.
Tredyakovskî ev berhem bi zimanên rûsî, fransî û latînî nivîstiye. Tredyakovskî yekemîn zaneyê rûs e ku bi pir zimanan dinivîse.
[biguherîne] Sedemên serkeftina wî
- Edî jin ne wek objeyeke şeytanî, lê belê wek objeyeke evînê tê dîtin û wateya evînê jî nema guneh e.
- Ew yekem kes e ku reforma zimanê rusî pêk tîne. Ew dibêje ku zimanê rûsî zêde qaba, zêde zanistî ûzede jî ber bi zimanên germen ve diçe.
[biguherîne] Bikaranîna zimanê slavonî
Ew di pêşgotina xwe de sedema kêm bikaranîna zimanê slavonî vedibêje:
- Slavonî zimanê dêrê ye û pirtûka wî behsa cîhaneke welatî dike.
- Slavonî zimanekî tarî ye û bi zimanekî tarî mirov nikarê evînê bîne ziman û bi herkesî bide femkirin.
- Dengên slavonî li guhên meriv xweş nayê.
Armanca wî ew e ku kovara pêşverû xurtir bike, ji bona avakirina Rusyayeke xurtir.